Rêxistina Yesna li Herêma Kurdistanê ev demek e ku xebatên xwe dide meşandin û çend navendên wê hene, ji bo baweriya Zerdeştiyê li Rojavayê Kurdistanê jî bipêşbixin û biparêzin li Silêmaniyê doh êvarî, li Navenda Rêxistina Yesna, bi civîna çapemeniyê Meclîsa Yesna ji bo Rojavayê Kurdistanê damezrand.
Di daxuyaniya li ser navê Rêxistina Yesna de li ser armanca damezrandina meclîsê hat gotin; “Sedema îlankirina Meclîsa Yesna ji bo felsefeya Zerdeştî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê, ji bo wan pêşketinên gelê me li Rojavayê Kurdistanê û çêbûna giyaneke Kurdewarî ye.”
Endamê Meclîsa Yesna Îsam Sebrî li ser avakirina Meclîsa Yesna ji bo Rojavayê Kurdistanê ji RojNewsê re got; “Weke tê zanîn li Rojavayê Kurdistanê gelek serketinên mezin ji aliyê şervanên YPG û YPJ´ê ve hatine bidestxisitin û rê li pêşiya êrişên çeteyên weke DAIŞ‘ê girtine. Ev yek cihê keyfxweşiyê ye. Em dixwazin baweriya Zerdeştiyê li Rojavayê Kurdistanê belav bikin.”
POLA PIŞDERÎ / ROJNEWS / SILÊMANÎ