
ROZE MIHEMED / ROJNEWS / SILÊMANÎ
Rêxistina Mindalparêzî Kurdistan, di çarçoveya xebatên giringî dana bi hêza ciwanan de li bajarê Silêmanî pêşangeheke şêwekariyê ji bo çend ciwanan vekir.
Pêr li Emnesorekey bajarê Silêmanî Rêxistina Mindalparêzî Kurdistan ji bo 38 ciwanên şêwekar, pêşangeheke wêneyan vekir û pêşangeh doh jî dewam kir.
Yek ji şêwekarên tevlî pêşangehê bûyî, Aryan Letîf got; “Di pêşangehê de 100 wêneyên 38 şêwekaran hatine nîşandan. Wêneyên cûr bi cûr in. Her wêneyek qala mijarekê dike.”
Aryan Letîf ê bi du tabloyan beşdar bûye wiha dewam kir: “Tabloyên min 2 metroyan dirêj in. Li ser xwezayê ne. Ji ber ku ez pirr giringiyê didim bi xwezayê. Xweza timî ji aliyê mirov ve tê wêrankirin. Me xizmet jê re nekiriye. Ji bo wê min xweza hilbijartiye.”