Di vekirina Parqê de Hêro Ehmed Îbrahîm, Gulten Kaya-Hayaoglu, keça Ahmed Kaya, Melîsa Kaya û gelek parlementerên Partiya Goran, YNK, PÇDK, Komeleya Îslamiyan û gelek siyasedmedar û nivîskarên binav û bang devlî bûn.
Di vekirina Parqê de axaftina yekem ji aliyê Rêveberiya Baxçeyên Giştî yên Silêmaniyê Kamîran Hemesalih ku hat kirin, wiha got: "Ahmed Kaya ew kes bû weke ronahiyekî dengê gele Kurd ji bo gihandina azadiyê bû. Kaya ew kese ku hemû demê li xeriybiyê jiya û ji bo netewa xwe û gelên bindest tekoşînekî mezin daye. Em ji bi vê boneyê gelek keyfxweşin û hêvîdarin ku hemû kes xwedî li bîranîn û parastina Ahmed Kaya derkevin. Niha jî bi rêzeke mezin li hemberî xebat û tekoşîna wî a bê hempa bejna xwe ditewînin.”
Hevsera hûnermendê Kurd Ahmed Kaya, Gulten Kaya keyfxweşiya xwe ji bo vê nêzikatiya Hêro Ehmed Îbrahîm û Kamîran Hehesalih û tevayî bejdarvanan anî ziman û wiha got: “Di mejiyê welatê me de ku hemû kes dizanin û giringiya hûnera Kurdî tê zanîn. Ez vê giringiyê jî weke parçeyekî giring a hüner dibînim. Ez çêkirina vê parqê jî weke şiyarbûnekî hestê netewî û hem jî parastina xwezayê dibînim. Ji bo ku navê Ahmed Kaya danine ser vê parqê, ez wisan dizanim ku ew hûnera heye her tim di dîrokê de zindî tê hiştin. Ahmed Kaya ji bo parastina çand û hûnera xwe ka çiqas bedel dan û li rastî çi zehmetiyan hat em hemû dizanin. Ev timî di serê me de cihê xwe dihêle. Gelek caran digot ku ezê werim, lê îro hat û li nav we deye. Ji bo xebata mezin a Xanima yekem a Iraqê Hêro Xan û hemû rêveberiyên herêmê xebatekî mezin ku ji bo vê yeke dan, em ji dil sipasiya wan hemûyan û we dikin.”
Banga piştgiriya Rojava
Piştî Kaya li ser navê PÇDK’ê Wihab Ehmed ku axivî wiha got: “Em vekirina parqekî wiha li Silêmaniyê weke PÇDK pir pîroz dibinin û pir bi nirxe.” Herwiha Wihab di berdewama axaftina xwe de bal kişande ser kolana xendekên li ser sînrorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistnê de û wiha dewam kir: “Em banga ku hemû gelê Kurd li hemberî vê yeke şiyar bibe û helwestên xwe yên netewî li hemberî kolana van xendekan û rakirina pira Sêmalkan danin holê dikin. Ji ber ku îro roja ku herî zêde gele me yê Rojava pêwistiya wan bi alikariya Kurdên birayê xwe yên Başûrê Kurdistanê heye, ji bo wê pêwist hemû kes bi vê berpirsiyariyê û hestê tevbigere û ev kare ku PDK dike karekî ne rewaye û helwestekî li dijî destkeftî û şoreşa Rojava dibinin.”
Di dawiyê de Gulten Kaya û Hêro Xan û li gel nivîskar û hunermendên amade vekirina parqê kirin.
SILÊMANÎ