Li Silêmaniyê Hunermend Mihabad Cemal, pêşangeheke şêwekariyê vekir ku bi seramîkan berheman çêdike û dîroka Zerdeştiyan vedibêje. Li Galerî Azadî ya Şewqî ya Silêmaniyê, Komeleya Heft Reng ji bo Hunermend Mihabad Cemal pêşangehek vekir. Di pêşangehê de zêdeyî 60 berhem tên nîşandan. Ev 5 roj in pêşangeh vekirî ye. Berhemên ku hatine nîşandan, li ser dîroka Zerdeştiyê ye. Hunermend Mihabad Cemal ji bo vî karî, çend sal e xebatê dike û lêkolîna dike, armanca wê parastina dîrok û nasnameya Kurd e. Bi taybetî dana naskirina dîroka Zerdeştiyane. Mihabad Cemal di sala 1973’yan de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye û Peymangeha Teknîkî xilas kiriye. Ji sala 2000’î ve bi seramîkan berheman çêdike. Beşdarî zêdetir sed pêşangahên hevbeş bûye. Ev sêyemîn pêşangeha wê ya taybet e. ROJNEWS/SILÊMANÎ