Rêxistina ‘Henasekanî Wişe’ doh li Fakulteya Hunerên Bedew a bajarê Silêmaniyê pêşengeheke wêneyan li dar xist. Di pêşengehê de wêneyên çar parêzgehên herêma Kurdistanê hatin nîşandan. 

Di pêşangehê de 20 wêneyên ji parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Helebceyê  cih girtin.

Berpirsa rêxistina Henasekanî Wişe, û wênegir Asya Xesrew ku di heman demê de bi wêneyîn xwe beşdarî pêşangehê bûye, got; “Îro di pêşangehê de 20 wêneyê ji çar parêzgehên herêma Kurdistanê, hatin pêşandan.”

Asya Xesrew diyar kir ku ew her demsalê pêşangehekê vedikin û got, “Em her demsalê pêşangeheke hevbeş ku ji gelek wêneyan pêk tê, vedikin. Paşê komîsyona pêşangehê ji nava van wêneyan, wênegirekê/î hildibijêrê û vê carê pêşangeheke taybet bi wêneyên wê/wî wenegerê/î tê vekirin.”