Li gel hevşaredarên Silopî Emîne Esmer û Seyfettîn Aydemîr, Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, hevserok û rêveberên DBP’ê û HDP’ê bi hezaran welatî tevlî, konsera ku Qada Newrozê ya li Taxa Kobanê pêkhatî, bûn. Li qadê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û pankarta, “Şoreşa Rojava şoreşa Jinê ye” hatin daliqandin. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê Hevşaredara Silopî Emîne Esmer axivî û berxwedana Kobanê silav kir. Esmer spasiyên xwe pêşkêşî kesên ku ji bo Kobanê konser amade kirine, kir û got: “Serkeftin û azadkirina Kobanê ya her çar parçeyên Kurdistanê ye, em hevalên ku di berxwedana Kobanê canê xwe feda kirine bi bîr tînin û em soz didin ku her tim layiqê keda wan pîroz bin.”
Piştî Esmer Hevşaredarê Silopî Seyfettîn Aydemîr got “Çeteyên DAIŞ‘ê hesaba berxwedana keç û xortên kurd ya bê hempa nedikirin. Li Kobanê piştî berxwedanek bi rûmet çeteyên DAIŞ‘ê dersek mezin wergirt.”
Piştî axaftinan stranên Mem Ararat, Sîmar û Ergîn Xelîkan guhdar kirin û govend gerandin û ciwanan agirê Newrozê vêxistin.
DÎHA/ŞIRNEX