Li Salona Civînê ya Navenda Çand û Huner a Laleş bi tevlîbûna Serokê Rêxistina BDP'ê ya Silopî Azîz Acet, Wekîlê Şaredarê Silopiyayê Serhat Şeveşoglu, rêveberên BDP'ê yên navçeyê, nûnerên saziyên civaka sivîl, Dayikên Aştiyê, MEYA-DER, KURDÎ-DER û gelek kesan ji bo dayîna sertefîkayan merasîmek pêk hat. Li salonê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin daliqandin. Her wiha pankartên "Vîna me zimanê me ye tu hêz nikare vîna me dîl bigire", "Em dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê" û "Ji bo zarokan ne girtigeh! Ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê dibistan!" hatin daliqandin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê dest pê kir de Serokê Şaxa KURDÎ-DER a Silopiyayê Aydin Denîz diyar kir ku pêwîst e zimanê Kurdî li her cihê jiyanê bê bikaranîn û wiha axivî, "heta ku Kurd hebin wê têkoşîna wan a ji bo ziman bidome." Piştî axaftinan 80 kesên dewarewya perwerdeyê bidawî kirin sertefîkayên xwe girtin. Paşê Koroya zarokan a Navenda Çand û Huner a stran gotin. Piştî belavkirina sertîkayan helbest û stran hatin gotin û lîstikên şanoyê hatin pêşkêşkirin. Li navçeya Erdîşê ya Wanê jî ji bo 50 kesên ku ji dewreya perwerdeya Kurdî mezûn bûn merasîmek pêk hat. Rêveberên KURDÎ-DER'ê û BDPê jî di navê de gelek kes tevlî merasîma li şaxa KURDÎ-DER'ê pêk hat bûn. Piştî axaftinên ku derbarê wateya zimanê Kurdî de hatin kirin sertefîka dan kesên ji qursê mezûn bûn
ŞIRNEX/WAN