Şaredariya Silopiyê ya HDP’ê, Rojên Sînema û Şanoyê dan destpêkirin. Van rojan bi nîşandana filma bi navê “Strana Dayika Min” doh dest pê kir û wê 5 rojan dewam bikin.

Şaredariya navçeya Şirnexê Silopiyayê, bernameya Rojên Sînema û Şanoyê da destpêkirin. Bername wê 5 rojan dewam bike. Bernameyê doh bi nîşandana filmeke sçînemayê dest pê kir. Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk, xebatkarên şaredariyê, rêveberên HDP û DBP’ê û gelek kesan li filma “Strana Dayika Min” temaşe kir, ew jî yekemîn çalakiya bernameyê bû.

Xelkê jî elaqeyeke mezin nîşanî Rojên Sînema û Şanoyê da. Di çarçoveya bernameyê de îro li taxa Parqa Cumhuriyetê atolyeya zarokan heye û li taxa 15’ê Tebaxê jî filmek tê nîşandan.

 

 JINNEWS/ŞIRNEX