Gef û tehdît
Li gorî agahiyên ku zarokan dane parêzerên xwe, rojê sê caran ew dibin baxçe û wana rêz dikin, bi vî awayî dihejimêrin û li hemberî zarokan nîzama leşkerî pêk tînin. Zarokan da zanîn ku wana bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin pêk anîne û xwestine ku ew di odeyên xwe de bêne hejmartin. Peywirdarên girtîgehê jî gotine: “Em ê li gorî xwe nêzî we bibin. Hûn mehkûmên me ne. Hûn ê her tiştê ku em dibêjin bikin. An ne em ê we biavêjin nava girtiyên adil, em ê we biavêjin huncrayn. Hûn ê di odeya nerm de lêdanê bixin.”
Zarokên girtî da zanîn ku ev 2 meh in ku peywirdar wana bi dehf û paldanê dibin baxçe û wana li wir rêz dikin û bi vî awayî dihejmêrin û gotin ku ev ne hejmartin e. Zarokan da zanîn ku peywirdar zextê li wan dikin ku dema wan got “Xwedê rizgar bike” hûn ê bêjin “amîn” dikin.
Zarokan da zanîn ku peywirdaran heta saet 02.00’yê şevê li ber pencereyên girtîgehê top lîstine û zarokên girtî nerehete bûne û got ku ew nikarin bi vî awayî razên, gelek caran vê yekê ji rêveberiya girtîgehê re gotine. Zarokên di greva birçîbûnê de ku ava fêkiyan, şîr, ava bi şekir bi kar tînin, ev du roj in pirsgirêkên weke tansiyon, bêhalî û serêşiyê dijîn. Hate diyarkirin ku du zarok ji aliyê bijîşkan ve hatine kontrolkirin.
ÎHD û TUHAD-FED ji bo pêkanîna daxwazên zarokan dê çalakiyên cûda li dar bixin û dê bi Wezareta Dadê re hevdîtin bikin. Her wiha dê bi wekîlan re jî hevdîtin bikin û dê mijar êbibin rojeva meclîsê.
DÎHA/ENQERE