Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li navçeya Hezexê meşeke bi meşaleyî hat lidarxistin. Bi tevlibûna hevşaredarên BDP'ê ya Hezexê, Wekîlê Serokê Şaredariyê Selahattîn Acar, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û bi sedan jin li Parka Aştiyê ya Taxa Turgut Ozal kom bûn û govend gerandin. Jinên ku heya demekê li ber stran û sirûdan govend geradin, piştre posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên sê jinên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatin qetilkirin û Gulnaz Karataş (Bêrîtan) û alên YJA Star vekirin û heya Kolana Adîle Naşît dest bi meşê kirin. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî ku tevli meşê bûn, meşale hilgirtin û bê navber dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" û "Biji Berxwedana YPJ" berz kirin. Zilaman jî piştgirî dan meşa jinan. Jin heya li ber avahiya Şaredariya Hezekê meşiyan. Piştî meşê cardin jin heya Parka Aştiyê meşiyan û çalakiya xwe bi dawî anîn.

´Çerxê kolekirinê dê bişkê´
Li navçeya Qilabanê jî, bi boneya 8'ê Adarê bi li darxistina çalakiyekê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn. Çalakiya ku li gundê Elemunê ya girêdayî Qilabanê hat lidarxistin de qurnefîl li jinan hatin belavkirin. Şaredarê Qilabanê Mesut Paksoy, namzetên hevşaredarên Qilabanê Zeynep Uren û Yunus Urek, endamên Meclisa BDP'ê û gelek kes tevli çalakiyê bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê, qurnefîl ji aliyê jinan ve hat belavkirin. Di çalakiyê de hevşaredara Qilabanê Zeynep Uren axivî û Roja Jinên Kedkar pîroz kir. Uren anî ziman ku ewê bi şîara jina azad xeta Zîlanan, Bêrîtanan û Sakîneyan her tim bişopînin û wiha got: "Emê her tim li hemberî kêsên ku dixwazin jinê bikin kole rawestin." Piştî axaftinê Koma Muzîka Gel derket ser dikê û piştre çalakî bi dawî bû.

DÎHA/ŞIRNEX