Çeteyên DAIŞʹê pêr di saetên sibê de êrîşî bajarokê Siwêdiye Mezin û gundên Humarîn Widyan ên bakurê-rojhilatê bendava Tebqa kirin. Di encamê de êrîşên çeteyan hatin şikandin. Di şer de de 5 termê  çeteyan kentin destê şervanan, her wiha 5 keleş û 2 rext hatin desteserkirin. Êrîşên çeteyên bi hawanan li ser wan deveran didome.

Dora gundê Mezîla ye

Şervanên Xezeba FIratê piştî gundê Bîr Seîdê ku çend roj berê hatibû rizgarkirin, vê carê berê xwe dan gundê Mezîla. Gundê Mezîla ku bi 20 kîlometreyan dûrî navenda Reqayê ye, ji bo çeteyên DAIŞ‘ê di asta stratejîk de girîng e. Rizgarkirina vî gundî wê ji bo çeteyên DAIŞ‘ê bê wateya jidestçûna çepereke mezin û girîng. Şervanên Odeya Çalakiyê ev du roj in dor li vî gundî girtine. Li gundê Mezîla şerekî dijwar diqewime. 

Gundê Senîne rizgar bû

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê duh jî gundê Senîne ê dikeve bakurê-rojhilatê bajar Reqqa ji komên çete yên DAIŞʹê rizgar kirin. Hate zanîn ku li gund bi sedan mayînên çeteyan  ku li nava gund hatbûn çandin, hatin bê bandorkirin. 


 REQA