Festîvala Çanda Kurd a Skandînavyayê îsal piçûk û mezin kurdên Skandînavyayê careke din li çanda wan banandin û derfet da wan ku çanda xwe bidin nasîn û pirsgirêkên sereke yên civak û siyaseta xwe jî îfade bikin.

Mîhrîcana Çanda Kurd a Skandinavyayê îsal beriya ya li Ewrûpaya mayî hat lidarxistin. Mekanê festîvalê yê îsal Danîmarka bû. Li paytexta wê Kopenhagê, Kurdistaniyan bi deng, reng û bîhnên xwe hem bi çanda xwe şa bûn û hem jî çanda xwe da nasîn.

Mîhrîcana Çanda Kurd a Skandinavyayê li meydana Radhuspladsen a Kapenhagê bi rê ve çû. Di mihrîcanê de dîmenên rengîn derketin holê. Qad bi rengên kurdewarî hate xemilandin. Bi dezgehan jî berhemên çanda Kurd hatin raxistin û da nasîn. Hem xelkê Kopenhagê û hem jî gelek tûrîstên wê jî bi baldarî li çanda Kurd nihêrîn û heta xwe li ber muzîka Kurdî jî hol kirin.

Bernameyên ji bo zarokan

Di mîhrîcanê de zarok jî nehatin jibîrkirin. Ji bo zarokan bernameçêkerê Zarok TV'yê ji bo zarokan performansa xwe nîşan da û bala zarok û mêvanan kişande ser xwe. Di axaftinên li ser dikê de jî bûyerên siyasî yên Kurdistanê, rewşa aktuel a siyasî jî hatin nirxandin. Endamê parlamena Danîmarkayê siyasetmedar Soren Sondergaard û Berdevkê KCDK-E'yê Yuksel Koç ji beşdaran re axivîn. Sondergaard got, divê Ewrûpa têkoşîna Kurdan a li dijî çeteyên DAIŞ'ê ji bîr nekin, Koç jî bal kişand ser dagirkeriya qeyûman û got, bi ti awayî vîna Kurdan wê nikaribe were şikandin.

Alayên YPG û YPJ´ê meydan xemilandin

Peyamên sereke û rojevên sereke yên civak û siyaseta Kurd jî xwe li meydana festîbvalê dan der. Li mekanê mîhrîcanê gelek caran dirûşma ''Bijî berxwedana Amed, Wan û Mêrdînê'' hatin gotin. Di bernameya muzîkê ya li ser dikê de jî gelek hunermend hebûn. Kemalê Amedê, Hozan Gursel, Şerîf Omerî, Diljen Ronî, Seyfîn Sêwidî, Melek Rojhat, Funk the System derketin ser dikê û beşdarê festîvalê jî bi wan şa bûn.

Ji dîmenên rengên ên festîvalê jî mirov behsa wan neke nabe, çi mezin û çi piçûk her kesî alayên YPG û YPJ´ê li ba kirin.

 

KOPENHAGEN