Kurdên ku li rojavayê Tirkiyeyê dijîn êdî dikarin bi deng û rengên xwe stran û bernameyan bi zimanê xwe guhdar bikin. Radyoya Dengê Kurdî ya ku nû dest bi weşanê kir, ji bo Kurdên Stenbol û herêma Marmarayê, bernameyên zindî amade dike û Kurdî digihijîne her derê. Radyoya Dengê Kurdî vê walahiyê wê dagire û hesreta Kurdên ku li vê herêmê dijîn êdî bi dawî dibe.
Beriya Radyoya Dengê Kurdî, Radyo Hêvî ku weşana Kurdî dikir, di dilê kurdên Stenbolê de bicîh bûbû. Kurdên Stenbol û Marmarayê cara yekem radyoyekê Kurdî guhdar kiribûn û hêstên Kurdî bi vê radyoyê kelecanekî mezin jiyabûn. Ji ber hin bederfetiyên giştî Radyo Hêvî hat girtin û hin kes hewl da ku radyoyekê nû bi Kurdî vekin.
Zarok zimanê xwe nizanin
Derhênerê Radyoya Dengê Kurdî Adar Penaber anî ziman ev radyo jî kelepora çand û hunera Kurdî û nirxên Kurdî difikire û daxwaza wan ew e ku xizmeta gelê Kurd yê bi salane ji zimanê xwe dûr ketine re bikin. Penaber diyar kir ku li Stenbolê nêzîkê 5 mîlyon Kurd dijîn lê gelek wan ji çand û hûnera xwe, ji zimanê xwe dûr ketine û wiha peyivî: “Ji ber vê yekê ji bo axaftina Kurdî jî ev radyo gelek girîng e: “Êdi ziman tenê di malê de di malê de jî di odeya razanê de di nava dayîk û bavan de tê axaftin. Zarok nizanin. Ji ber vê yekê me vê yekê wek peywirekî ber xwe dît. Îro me ji bo ziman, çand, hûner û xebata kurdî bi vî radyoyê hinek hildaye ser milê xwe. Em rol û mîsyona xwe girîng dibînin.”
Her wiha Derhinerê radyoyê Penaber dibêje ku derfet hebe dê piştî demekê wê ji zaravaya Zazakî jî bernameyekî amade bikin.
STENBOL