
BÎRCAN DEGÎRMENCÎ
Hunermendên ji Rojhilatê Kurdistanê jî bûn mêvanê 3. Festîvala Çand û Hunera Kurdî ya ku li Stenbolê tê lidarxistin. Hunermendên ku ji Sine, Tehran û Tetwanê hatibûn, stranên bi Lorî û Kurmancî gotin. Bi Faraz Marûfî, Laya Tabîbî û Şermîn Zarneşan re em li ser Îranê û muzîka Kurdî peyivîn.
Hunermendên ji Rojhilat, di çarçoveya Projeya Rojhilat de çûn Stenbolê. Faraz Marûfî kompozîtorê projeyê ye ku tê de 3 jin û 2 mêr cih digirin; Laya Tabîbî li kemançê, Şermîn Zarneşan li santûrê dixin, Serhat Kural vokal e û Şadî Xolamî jî li def û erbaneyê dixe.
Şermîn Zarneşan a ku 22 sal in li santûrê dixe, di komê de ya herî kev e; tevî Serhat Kural ew ji pêşengên fikrî yên komê ne. Ew pêşengiya komên jinan dike û ev 18 sal in ku di koma jinan a wê damezrandî de kar dike. Ew bi xwe, şagirta Peyman Selîmferd, Roza Rezayî û Dr. Necmî Sinoberî Taxayî ye û niha dersên muzîkê yê santûrê jî dide.
Jin di bin zextê de hunerê dikin
Şermîn Zarneşan dibêje, bi zextên rejîma Îranê re rû bi rû dimînin û gelek caran destûra ku prove bikin jî nayê dayîn. Şermîn destnîşan dike ku jin tenê dikarin tevî mêrên ku karê muzîka klasîk a Îranê dikin di festîvalên hunerî de muzîkê bikin. Hunermend Zarneşan dibêje: “Jin bi tena serê xwe weke solîst nikare derkeve ser dikê. Li cemê divê hinek hebin. Li deverên weke Isfehanê zext zêdetir e. Heger tevî mêran sitran bêjin, divê li ser dikê bêhtirî jinekê hebin. Bi vî rengî dengê jinê bêhtir weke estrumanê dimîne. Ji projeyên ku jin pêşengiyê bikin re piştgirî naye dayîn.”
Hunermenda ji Tehranê Laya Tabîbî jî li kemançê dixe. Bi gelek komên cihê ên jinan re dixebite. Ev deh sal in jî muzîkê dike. Bûye şagirta Elî Ekber Şekercî, muzîka Îranî, muzîka Kurdî û ya modern jî dike. Ji bo dersa kemançê çûye ber destê Erdeşir Kamkar jî û niha bi navê Alan komeke wê ya muzîkê li Tehranê heye.
Tevlî festîvalên navneteweyî bû
Endama herî ciwan a komê Şadî Xolamî ya 26 salî ye ku ev 6 sal in bi awayekî profesyonel muzîkê dike. Wê dersên erbanê ji Urya Arîfî stendine û her wiha solîstiyê jî dike. Li gelek festîval û pêşbirkan hêjayî xelatên yekemîn û duyemîn hatiye dîtin. Li Navenda Çanda Senendecê ya Sine xebatên şano, dansên gelêrî û muzîkê dike û hunerê xwe dewam dike.
Tesîra Sine li muzîka Îranê
Herçî Feraz Marûfî jî kompozîtorê komê ye. Li gorî wî zehmetiya yekane a karê bi jinan re minaqeşeyên li ser îcrakirina muzîkê ye ku li gorî wî ev karê wan kamiltir dike û ew razî ye bi jinên hostekarê hunerê xwe re kar bike.
Marûfî yê 32 salî weke baştirîn kemanjenê Rojhilatê Kurdistanê tê dîtin. Ev 16 sal in ku li kemanê dixe. Marûfî li Wanê li Navenda Çancê Nûda 4 mehan dersên kemanê dan. Bi Alan Grup tevî Laya Tabîbî beşdarî Festîvala Fecr bû û li wir tevî wê statuya muzikjenê taybet bi dest anî. Marûfî dibêje rîtmekî taybet ê muzîka Erdelanî heye û di danîna hîmê muzîka klasîk a Îranî de jî tesîra Sineyê heye.
Ewê vî karê rengîn bidomînin
Serhat Kural jî di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê de xebatên dansa modern û muzîkê dimeşîne. Dema ku ji bo projeyeke şanoyê diçe Dihokê ew Şermîn û Şadî nas dike. Piştre jî peywendiya xwe qut nakin û bi pêşniyaza Şermîn biryarê didin ku vê projeyê pêk bînin.
Serhat Kural dibêje, “Ji bo konserekê ez vexwendim, lê min nekarî biçim. Amadekariyeke cidî lazim bû. Beriya bi 7-8 mehan me dest pê kir. Provaya xwe ya pêşî me li Stenbolê kir. Ez û Şadî hem weke solîst û hem weke koro dibêjin.” Kural da zanîn di repertuwara wan de straneke bi Kurmancî, çarên bi Lorî û çarên bi Erdelanî hene û wiha peyivî: “Ji bo ku karekî rengîn û balkêş bû em ê hewl bidin ku vê dewam bikin.” Hunermend xwezî û hêviya xwe îfade dikin, heger derfet hebe wê encamên projeya xwe bikin albûmek.