
KOÇER / JINNEWS / STENBOL
Jinên ku ji Stenbolê hewl didin bibin dengê li dijî talankirina dîroka li Sûrê, carinan bi pirsa ‘Sûr li ku derê ye?’ û gotinên wekê ‘dewlet li wan deran avahiyên nû çêdike ma hûn hîna çi dixwazin’ tên rû hev. Jinan da zanîn ku li Stenbolê jî hilweşînên bi vî rengî tên kirin lê ya li wir gelek xereb e.
Tevî nerazîbûn û berxwedana welatiyan, hilweşandina li Sûra Amedê didome. Bersiva pirsa welatiyên Stenbolê gelo çawa li hilweşîna Sûrê dinihêrin ji aliyê jinên Stenbolê ve hat dayîn. Di serî de jina ku nexwest navê xwe bide û em wê weke N bi nav dikin, axivî.
Zarokatiya N. li Uskudarê derbas bûye. Uskudar jî wek Sûrê dîroka wê hatiye xespkirin. N. diyar kir ku ji rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê bûyerên li Sûrê şopandine. N. xwest bi Gelê Kurd re empatî bê kirin û got, “Tiştên niha li Sûrê diqewimin, li Uskudarê jî diqewimin. Li taxa me jî xanî hatin hilweşandin û li şûnê yên nû hatin çêkirin. Xaniyê min jî bi heman tehlûkeyê re rû bi rû ye. Ev min dike fikaran.”
Lêkolînera rayagiştî R. ne xwest navê xwe bi temamî bide zanîn ji tirsa zextên dewletê. R. bi salan li Stenbolê jiyaye û got, piştî komkujiya dewletê ji bo demeke kurt çûye Sûr û Cizîrê û tiştên ku li wir hatine serê welatiyan, dîtine.
‘Min rihê berxwedanê hîs kir’
R. fikrên xwe yên der barê Sûrê de wiha parve kirin: “Li wir çand û piştevaniya taxê heye. Dixwazin vê ji destê gel bigirin. Dema ez çûm wir, tesîra wê gelekî li min bû. Min rihê berxwedanê li wir hîs kir. Li Stenbolê jî heman hilweşîn pêk hatin. Hîna dewam jî dike. Lê hilweşîna li wir xerabtir e. Ji ber ku ew der taxeke Kurdan e, van tiştan tînin serê wan.
E. ya ku yekem car sala 2005’an çûye Amedê jî got, beriya biçe Sûrê ji dîroka Sûrê ne agahdar bû û got, piştre serdanên xwe yên piştevaniyê zêde kirine. E. da zanîn ku hilweşîn di warî psîkolojîk de dibe sedema trawmayan.