
3’yemîn a Stenbolê dest pê dikin. Şanoger Rûgeş Kirici têkildarî bernameyê agahî dan û got, ew li benda her kesî ne.
Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) Rojên Çand û Hunera Kurdî ya 3’yemîn a Stenbolê li dar dixe. Rojên Çand û Hunerê di 25’ê Mijdarê de dest pê dikin û dê 5 rojan bi rêzeçalakiyên hunerî yên mîna konser, pêşandana wêneyan, şano û panelan bidome. Dê vekirina bernameyê roja 25’ê Mijdarê saet di 13.30’an de bi pêşandana wêneyên girtiyê bi navê Murat Satilmiş dest pê bike. Şanoger Rûgeş Kirici têkildarî bernameyê agahî dan.
Kirici bi bîr xist ku NÇM ji 1991’an û vir ve tovên çand û hunera Kurdî çandine û wiha got: “Armanca vê mihrîcanê ya esil ew e ku em hilberînên Kurdên li ser xaka Mezopotamya, Kurdistanê û li her deverên cîhanê bînin ba hev. Ji ber ku bajarê Stenbolê yek ji wan bajara ye ku Kurd herî zêde lê dijîn.”
Kirici da zanîn ku organîzeya Rojên Çand û Hunerê hinek bi derengî maye û ji ber şert û mercên OHAL û rewşa siyasî, neçar mane bernameya xwe hinekî taloq bikin.
Bernameyeke dewlemend
Kirici der barê bernameyê de jî agahî dan û amaje pê kir ku ji şanoyê heta pêşandan û konseran dê gelek çalakî bên lidarxistin. Kirici diyar kir ku çarçoveya bernameya wan li gorî salên din hinekî hatiye tengkirin û her çiqas bername ji 5 rojan pêk bê jî bernameya wan dewlemend e. Kirici dest nîşan kir ku ew ê bi navê “Di OHAL’ê de huner” panelekê li dar bixin ku hunermendê NÇM’ê vê xebatê bi awayekî kolektif organîze dikin.
Li benda herkesî ne
Kirici dest nîşan kir ku heta niha ti astengî derneketine pêşiya wan û wiha pê de çû: “Me bi salonên taybet re li hev kir. Lê belê deriyê her salonê ji bo me nevekiriye. Em ê li gelek deveran rêzeçalakiyên xwe yên çand û hunerî li dar bixin.” Kirici di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir ku beşdarî bernameya wan bibin.
STENBOL