Hevserok li nav gel geriyan
Hevserokên HDP’ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçû li gel Parlementerê Stenbolê Levent Tuzel li salonê bi coşekî mezin hatin pêşwazî kirin. Hevserok bi gerîna di nava salonê de gel silav kirin. Di şahiyê de endamên Navenda Rêveberiya Saziya HDP Û HDK’ê, rêveberên BDP’ê yên bajaran, Serokê Komeleya Çanda Elewî a Hubyar Sultan Alî Kennanoglu, Hevseroka SYKP’ê Tuncay Yilmaz beşdar bûn.
Ceza li dijî pêvajoyê ye
Di şahiyê de Hevseroka BDP’ê a Bajarê Stenbolê Arîfe Çinar axivî. Çinar ku bi bîr xist ku Mustafa Balbay hate berdan, lê parlementerên BDP’ê nehatin berdan û cezayê ku dane Sebahat Tuncelê jî weke derbeyek li hemberî pêvajoya çareseriyê nirxand. Çinar bal kişande ser ne cezakirina berpirsên komkujiya Roboskî jî û got, “heya ku berpirsên komkujiya Roboskî neyên ceza kirin nikare behsa aştî û biratiyê bikin.” Piştre jî Hevserokê HDP’a Bajarê Stenbolê Şamil Altan axivî û got wê hesaba komkujiya Roboskî bipirsin û nerazîbûn nîşanî cezayê dane Sebahat Tuncel da.
Piştevaniya Tuncel
Hevseroka HDP’ê û Parlementera Stenbolê Sebahat Tuncel bi eleqeyekî mezin û tîlîliyan derkete ser dîkê. Tuncel ku bi ragehandina silavên Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demirtaş dest bi axaftina xwe kir. Tuncel got ew dikevin salekî nû. Tuncel got, “yên ku di sala 2013’an de biserketîn hêzên demokratîk yên Tirkiyê, Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û gelê Kurd bi ser ket. Yên ku li Gezî tekoşîn kirin, jin û hevalên me yên girtîgehan bi serketin.”
piştî Tuncel Suavî derket ser dîkê.
STENBOL