Komeleya Lêkolînên Kurdî, qeydên ji bo perwedeya zimanê Kurdî li Stenbolê dan destpêkirin, piştî bi hefteyekê qeydî bi dawî dibin. Eleqeya ji bo kursên wê Çiriya Pêşîn dest pê bikin, gelek e.
Komeleya Lêkolînên Kurdî di Adar 2017’an de hat avakirin. Komele di Çiriya Pêşîn de dersên zimanê Kurdî wê bide. Komele der barê wêje, dîrok, çand û zimanê Kurdî de lêkolînê dike. Yek ji mamosteyên komeleyê Muharrem Zengîn diyar kir ku ew ê dersên Kurmacî û kirmanckî bidin.
Armanc bipêşxistina Kurdî ye
Zengîn, anî ziman ku armanca sereke ya Komeleya Lêkolînên Kurdî, bipêşxistina zimanê Kurdî ye û wiha axivî: “Pirraniya xwendekarên zanîngehê miracaetî komeleya me dikin û ji beşên cuda jî mirov qeydên xwe çêdikin. Ji bo serdema nû berî mehekê me dest bi qeydan kir. Kesên dixwazin di ser înternetê re dikarin fomekî dagirin. Em qeydiyan hîna qebûl dikin. Ev hefteya dawî ye. Di destpêka Çiriya Paşîn de jî em ê dest bi dersên xwe bikin.”
Asta mamostetiyê jî hene
Zengîn, da zanîn ku dersên wan ên asta yekemîn, duyemîn, seyemîn, mamostetiyê hene û got: “Dersên asta yekemîn dê dawiya heftê saet ji 11.00 ta 14.00´an, asta duyemîn saet ji 14.00 ta 17.00´an û asta sêyemîn jî saet ji 17.00 ta 20.00´an bên dayîn. Ji bo asta mamostatiyê jî roja înê ders wê bê dayîn. Di nava hefteyê de jî ji bo astên yekemîn û duyemîn ders wê bên dayîn. Asta yekemîn dê rojên duşem û çarşemê saet ji 19.00 ta 21.00´an, asta duyemîn jî rojên Sêşem û Pencşemê wê dersan bikin. Dersa zimanê Kirmanckî jî roja Înê saet ji 14.00 ta 17.00´an wê bê dayîn.”
Her kes divê fêr bibe
Zengîn, destnîşan kir ku ziman hebûn û tinebûna mirov diyar dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Neteweyek bi zimanê xwe heye. Berî her tiştî divê bingeha vê yekê saxlem be. Heger zimanekî te hebe, divê tu wî biparêzî. Dema em li polîtîkayên dewletê dinihêrin, li ser ziman pirr radiweste û dixwaze gelê Kurd asîmîle bike. Çeka herî mezin û bibandor ziman e. Dewlet bi vê baş dizane. Gava em li rewşa Kurdistanê dinihêrin, ev rastî derdikeve pêşberî me. Ji ber vê sedemê divê ciwanên Kurdistanî bên beşdarî dersên kurdî bibin û fêrî zimanê xwe bibin.”
MA / STENBOL