Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hemû derfetên xwe ji bo kesên dixwazin kurdî hînbinin û kurdiya xwe pêş bixin seferber dike û ji bo vê yekê jî xebatên xwe berdevam dike. Enstîtûya ya Kurdî ya Stenbol piştî Atolyeyên Zimanê yê Kurdî dê gelek projeyên din pêk bîn e. Heya niha 400 kesan serî li Enstîtûyê dan û serlêdan hêj berdevam dikin. Di nav kesên serlêdanan dikin piranî xwendekarên zanîngehan in.

Çanda kurdan dê baş û rasteqîn bê danasîn

Enstîtuya Kurdî îsal dê bi komîsyonan xebatên xwe bi pergal bide meşandin. Xebatên Enstîtûyê Kirmanckî-Dimilkî, Werger, Lêkolîn, Hişmendî û di gelek mijarên din de dê pêk bê. Komîsyona Wergerê ya ji 20 kesan pêktê li ger wergera nivîsan dê wergera Sîmûltanyê ji bîke. Komîsyona Lêkolînê jî li ser ziman, dîrok û wêjeyê dê xebatên xwe bimeşîne. Ji bo perwerdehiya zaravayê kurdî Kirmanckî-Dimilkî jî li Ensîtûtiyê dê komîsyonekî mamosteyan bê avakirin û ji bo dersan meteryalan amade bikin. Komîsyona Hişmendiyê jî dê her meh panelan li dar bixe. Di panelan de herî zêde dê ziman, wêje, dîrok û çanda kurdan hêj baştir bê danisandin. Komîsyona dê pirsanî panelên xwe bi kurdî bide û komîsyona wergerê jî ji bo kesên kurdî nezanin dê wergera sîmûltaneyê bikin.

Enstîtûyê li gelek sazî, zanîngeh û naveda çandan atoleyeyên ziman vekirin û dê piştî cejnê dest bi perwerdê bikin. Zanîngeha Azad, Arzela, Navenda Çandê ya Ciwanan a Esenyurtê, Zanîngeha Boğazîçî, ŞAH-DER, KAY-DER, MED-DER, KUL-DER, Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Kartalê û li Komeleya Elewiyên Demokratîk û Azad (ODAH) de jî dê dersên Kirmanckî-Dimilkî bên dan.

DÎHA-STENBOL