Li gorî agahiyan, dê koma bi navê “Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî” li bajarê Strasbourgê yê Franseyê ji 1’ê Adarê ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor bikin. Grev dê di heman rojê de li ber Konseya Ewropayê bi civîneke çapemeniyê bê lidarixstin. Hate zanîn ku dê greva birçîbûnê bi civîna çapemeniyê ya girseyî dest pê bike û dê 15 kes bikevin greva bêdem û bêdor.
Çalakger dê daxwaz bikin ku tecrîda ku zêdetirê 7 mehan e li ser Ocalan tê meşandin, were rakirin. Hate diyarkirin ku dê greva birçîbûnê ne tenê li Strasbourgê, dê piştî wê li gelemperiya welatên Ewropayê jî belav bibe.
Daxwazên çalakgeran
Ji endamên Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî nivîskar-rojnamevan Fûat Kav agahî da û diyar kir ku armanca sereke ya çalakiya wan di demek zû de rakirina tecrîda li ser Ocalan e. Kav diyar kir ku ew ê daxwaza sererastkirina şert û mercên tendurîstî û ewlehiya Ocalan bikin û ji Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) bixwazin ku di deme zû de biçin Îmraliyê û lêkolîn pêk bînin, encamên lêkolînê bi raya giştî re parve bikin.
Greva birçîbûnê bi dirûşima “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdan re statû” pêk tê. Her wiha, Kav diyar kir ku ew ê ji Konsteya Ewropayê bixwazin ku li hemberî zextên dewleta Tirk ên li ser Kurdan bikeve nava liv û tevgerê. Kav bal kişand ser têkiliyên Tirkiye û YE’yê û diyar kir ku tu başbûnek çênebûye û xwest Ewropa têkiliyên xwe di ber çavan re derbas bike. Di nava daxwazên Înîsiyatîfê de derxistina navê PKK’ê ji lîsta terorê jî heye.
Kurdan di sala 2007 de jî li ber Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) dest bi greva birçîbûnê kiribûn, piştî ku rayedarên Konseya Ewropayê soz dan çalakgerên Kurd, Kurdan dawî li çalakiya xwe anîbûn. Piştî vê çalakiyê CPT’yê şandeyeke şand girava Îmrali ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têde tê ragirtin.

ANF/STRASBOURG