Di nava platformê de Konfederasyona Mafên Demokratîk li Ewropayê (ADHK), Federasyona Karkerên Koçber li Elmanyayê (AGÎF), Alinterî, Federasyona Karkerên Tirkiykeyî li Elmanyayê (ATÎF), Meclîsa Aştiyê li Stûttgartê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM), Navenda Çanda Elewiyan li Stûttgartê (SAKM), Komeleyên Elewiyan li Baden-Wurttembergê (BW-AABF), Federasyona Komeleyên Karkerên Demokratîk li Stûttgartê (DÎDF), Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Proleterya Şoreşger; Komeleya Dijberên Qirkirinê ya Dêrsimê, Y ekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), Cîhaneke lê were jiyîn û Partiya Jinûve Rizgariyê ya Sosyalîst (SYKP/Ewropa) cih digirin.
Di civînê de biryar hat dayîn ku di 20’ê Îlonê de civîn were lidarxistin û plansaziyeke xebatê ya berfireh were amadekirin. Her wiha biryar hat dayîn ku di 3’ê Cotmeha 2015’an de bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Serokê berê yê AABF Tûrgût Oker, şevek were lidarxistin. Wekî din ji bo heyetên şopandinê ji hilbijartinên 1’ê Mijdarê re bê şandin, komîsyon wê werin avakirin.
Li Munchenê jî HDP’ê dest bi xebatên hilbijartinê kir. Di civîna ku bi xwedina Giştînameya Koordînasyona HDP’ê ya Hilbijartinê ya Derveyî Welat re destpê kir de, nûnerên pêkhate û tifaqên HDP’ê amade bûn. Hevserokê Meclîsa Gel a Munchenê Bedî Boylû di axaftina xwe ya li civînê de ragihand ku weke pêkhateyên HDP’ê yên li Munchenê wan dest bi xebatên ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1’ê Mijdarê kirine.
Di civînê de plansazî hat amadekirin û ekîbên li Munchen û derdora wê bixebitin, hatin avakirin. Hat ragihandin ku xebatên Komîsyona HDP’ê ya Hilbijartinê wê li buroya Partiya Komunîst a Elman bên dewamkirin.
STUTTGART/MUNCHEN