Konferans ji aliyê rêxistina PYD’ê ya Başûrê Elmanya ve li navenda Civaka Demokratîka Kurd a Stuttgartê bi bêşdariya sed kesî pêk hat. Di konferansê de Nûnerê PYD’ê yê Başûrê Elmanyayê Silêman Ehmed beşdar bû. Di konferansê de, rewşa siyasî a Rojava û her wiha nirxandinê rewşa siyasî a Sûriye yê bi awayê nivîskî ku bi Erebî hatî amadekirin ji aliyê berpirsyarê PYD ê Başûrê Elmanya Silêman Ehmed ve hatin xwendin. Piştre jî Ehmed, axivî û destnîşan kir ku rewşa niha a li Rojava û Sûriyê gihaye asta Şerê Cîhanê yê Sêyemîn. Ehmed axaftina xwe wiha domand: “ Berxwedana gelê Kurd ku îro bala hemû cîhanê kişandî li ser xwe û bi vê armancê rêxistinkirina gelê Kurd li hemû aliyên cîhanê bilind dibe. Konferansa ku em îro li dar dixin bilindkirina birêkxistinkirina Kurdên Rojava yên li Elmanya dide pêş xwe. Da ku em layîqî berxwedana gelê xwe bin.” Ehmed, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser her du hêzên sereke yê li Sûriyê wekî Emerîka û Rusya û derbirî ku ev her du hêz ji ber berjewendiyên xwe yê dewletî tevdigerin û dixwazin pergalên xwe li Rojava yê Kurdistanê qewî bikin.
Tevlîbûna ciwanan
Piştî axaftina Silêman Ehmed, di konferansê de, derbarê rewşa dawî ya li Kurdistan û Rojava de agahiyên bi berfirehî hatin dayîn.
Her wiha piştî axaftin û nirxandinên rewşa dawî a siyasî, rapora kar û xebatan a 2015’an hat xwendin. Hêjayî gotinê ye konferans ji aliyê ciwanên Rojavayî ve bi eleqeyek mezin hat pêşwazî kirin. Piştre bi xala sereke a hilbijartinê berdewam kir. Di konferansê de rêveberiya heremê yek jê jin, ji pênç kesan hate hilbijartin. û her wiha komisyonên ciwanan, jin, tîma werzîşê, çand û hûner, perwerde û ragahandin jî hatin avakirin.