Merasim li navenda Civaka Demokratîka Kurd a Stuttgartê bi beşdariya malbat, xizmên şehîdan û gelek Kurdistaniyan pêk hat. Di bîranînê de li ser navê Komisyona Malbatê Şehîd û Windahiyan Remzî Ozbey axivî û got; "Ji bo gelê kurd wate û girîngiya meha gulanê cuda ye.Ji ber ku meha Gulanê ji bo gelê kurd meha berxwedan, tekoşîn û şehîdan e."  Li ser navê malbatê Silêman Porê mafê axaftinê girt û  got; "Em wek malbat bi şehîdê xwe serbilindin. Bila serê gelê kurd sax be." 


STUTTGART