Merasîm a ji aliyê Meclîsa Gel a Stuttgartê ve hate organîze kirin pêr li navenda Komeleya Çand û Hûnera Kurd a Mezopotamya yê bi tevlîbûna sedan Kurdistanî û dostên wan pêk hat. Merasîm, bi deqeyek rêz girtina ji bo kesên di tekoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di destpêka merasîma bîranînê de ji aliyê Mele Sebrî ve ji Kuranê ayet hate xwendin û ji bo sehidan dua hatin xwendin. Piştî duayan Seroke Meclisa Gel a Stuttgarte Mehmed Orak derbarê kurte jiyana Mehmud Şexmus Elî de hin agahî dan û wiha got,  "Şehid li herema me weki Mele Mehmud di hat nas kirin,  ji salen nodî hetanî sala 2005'an li Almanya bi taybeti li herema Stuttgartê bi xebatan xwe yê siyasî û her wiha civakî, di nav gel de cihekî bi wate digirt. Îro em wek gelê li heremê dijîn bi şehadeta Mele Mehmud Şexmus Elî, çiqasî xemgîn bin, Kurdistan ew qas pê serbilinde. Ji ber ku ew û rê hevalen wî xwedî rûmeta herî mezin û bê hempa ne. "


Şehîdê Federasyona Kurdistanê

Merasîma bîranînê bi axaftina Serokê Civaka Îslamiya Kurd (CÎK)'ê Mele Mihyeddîn Kurtay berdewam kir. Mele Mihyeddîn, di axaftina xwe da, Mehmud Şexmus Elî,  wekî şehîdê Federasyona Kurd bi nav kir. Kurtay bibîr xist ku gelê Kurd rojên dîrokî dijî û li ser girîngiya şehîd û şehadetan rawestiya. Mele Mihyeddîn, di axaftina xwe de, dest nîşankir ku Mehmud Şêxmus Elî, him di hêla olî de, him jî di hêla netewa xwe de kesayeteke gelekî zîrek û çalak bû. Têkildarî xabatên wî yên li Ewropayê jî wiha axifî: "Mele Mehmud çelengek ji wan kesan bû ku xwe tim ciwan didît û her wiha di nav çalekiyan de cih digirt. Mele Mehmud wek filozofekî netewa xwe bû,  Kesên ew qetilkirîn em wan kesan weke yezîdan dibînin û em wan bi tundî şermezar dikin. Her wiha ji wan kesan re dibêjin hûn xwediyê înkarê ne, hûn zalim û minafiqin. Dînê Îslamê ne wekî kesên ku îro ji xwere dikin pergala kuştina mirovan e. Di ti ol û baweriyê mirovahiyê de, kuştin û qetilkirina mirovan nayê qebul kirin û wek maf nayê dîtin."
Mele Mihyeddîn, di dawiya axaftina xwe de, berxwedana gelê Rojava silav kir û got hêvîdarim Kongreya Netewiya Kurdistanê bibe wesîleya yekîtî û serkeftina her çar perçe yê Kurdistan ê.

Di nava Şoreşa Rojava de cih bigirin

Di merasîma bîranînê de, li ser navê Federasyona Komeleyên Kurd  ê Almanyayê  (YEK-KOM) Bahaddîn Dogan jî axivî û  got: "Mele Mehmud ne şehîdê yekemîne ne jî yê dawiyê ye, Tevgera azadiya gelê Kurd xwedî şehîd û şehadeta ye.” Dogan, bal kişand li ser girîngiya şoreş û pêşkeftinên Rojava û wiha axifî: "Pêwîste gelê me xwe li nav Şoreşa Rojava de bibîne û bi baweriyek xurt û hestyarî tev bigere. Em wek Kurdên li Ewropayê dijîn, bi kevin nav hewldan û tevgerê û her wiha ji gelê Rojavare bibin bersiv û tekoşîna Rojava ji xwere wekî xeta sor bibînin. Pêwîste cihê gelê me û dostên wan lê dijin bibe qada çalekiyan."
Piştî axaftinan, di merasîma bîranînê de, kesên Mehmud Şêxmus Elî ji nêz ve nas dikirin, yek bi yek hest û xemgîniya xwe dest nîşan kirin û dilsoziya xwe ya ji bo şehîdan anîn ziman.


ABDURRAHMAN KARATAŞ/STUTTGART