Bîranîn pêr saet 15:00´an de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin û qederê 100 kesî amade bûn. Bîranîn pêşî bi deqeyekê rêzgirtina ji bo kesên di tekoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayî dest pê kir. Di bîranînê de li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan a Stuttgartê Mehmet Orak axivî û got, tevkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker bi hikûmeta AKP´ê di şexsê Cizîrê, Sur û Silopiyayê de li ser gelê me ferz dike, tenê dikarin bi berxwedaneke giştî werin sekinandin.
Paşê hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stuttgartê Cemal Okçuoglu jî axivî û got, “em di demeke gelekî girîng û nazik re derbas dibin, pilanên dewleta Tirk a mêhtinger ji îro pê ve li ser Sûr, Hezex û Nisêbînê ne. Em wek Kurdê li Ewrûpa, pêwîst e berxwedana Botan û Sûrê bi tenê nehêlin û her wiha tim di nav çalakiyan de bin.“
Di bîranîna girseyî de ji bo nirxandina mijara giştî jî Arif Engîzek got, “êrîşa ku îro li hemberî Bakurê Kurdistanê êrîşa li hemberî hemû Kurdan e, êrîşa li hemberî gelê me yê li Rojava ye jî. Ev tenê Kurdan elaqedar nake; êrîş li hemberî hemû nirxên mirovahiyê tê kirin. Gelek bi qirkirinê re rû bi rû ye. Divê cîhan vê wehşetê êdî bibîne”. engîzek di vê çarçoveyê de bang li raya giştî ya cîhanê kir, da ku li pêşberî komkujiyên bi destê AKP û dewleta Tirk, bêdeng nemîne û weha bang li Kurdên li Ewrûpa kir: “Li hemberi bîrûbaweriya Emevîtiyê û Hîtler pêwîst e şev û roja me tinebe. Ji ber ku îro kirinên dewleta Tirk a mêhtinger bi desthilatdarîya AKP´ê li Kurdistanê dide meşandin, ev yek bi xwe ye.”
Di bîranîna girseyî ya ji bo malbatên şehîdan mase hate veqetandin û her wiha ji şehîdên Cizîrê malbata Osman Terkin, Ercan Bişkin û Serdar Özbek jî beşdarî bîranînê bûn. Li ser navê malbatên şehîdan jî, bavê şehîd Rojhat Seyîd Ömer Arslan axifî û got, şehîd ne tenê şehîdê malbatan in lê yê tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê ne.
ABDURRAHMAN KARATAŞ/STUTTGART