Ji bo yekîtiya neteweyî di asta herêm û eyaletên li Ewrûpayê de jî xebat tên meşandin. Minaqeşe li ser yekîtiya Kurdan tên kirin. Li bajarê Elmanyayê Stuttgartê bi beşdariya nûnerên partiyên ji çar parçeyên Kurdistanê bi beşdariya bêhtirî sed kesî civînek hat lidarxistin. Di civînê de biryar hat dayîn ku Înîsiyastîfa Yekîtiya Kurdan a Baden-Württemburgê bi komîteyeke 15 kesî bê avakirin.
Xebatên yekîtiya neteweyî li Stuttgartê ji mêj hene. Yekşema bihurî jî li hola Allianz Stadionê ji çar parçeyên Kurdistanê bi beşdariya nûnerên gelek partiyan û bêhtirî sed kesî civînek hat lidarxistin.
Dîwana civînê piştî ku hat hilbijartin li ser heyatîbûna yekîtiya Kurdan di vê demê de peyivî û got, ji av û nên jî muhimtir e. Li ser navê dîwanê hat gotin, çi qasî bi fikrên xwe yên siyasî cihê jî bin li dîaspora û xasma li Stuttgart û derdora wê pêdivî bi hatina cem hev a Kurdan û yekîtiya wan heye. Dîwanê got, yekîtiya li Stuttgartê ew bi ser bixin wê ji bo dîasporaya Kurdistaniyan bibe nimûneyeke baş.
Di dema minaqeşeyan de fikra hevbeş ew bû ku serketina Kurdan ji binî ve girêdayî yekîtiya wan a neteweyî ye. Kesên fikrên xwe beyan kirin, gotin, Kurd li ku destketiyan misoger bikin, dijmin êrişî wir dikin û ji bo vê hincetan ji xwe re çêdikin. Weke mînak behsa êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava, bajarên bakurê Kurdistanê û di dema referandumê de de li dijî Kerkûk û Çingalê hat kirin. Qenaeta hevbeş a beşdarên civînê ew bû ku nebûna yekîtiya neteweyî ya Kurdan derfet dide van êrişan.
Kurd di warê yekîtiyê de pasîf bûn
Di dema minaqeşeyan de rêxistin, dam û dezgeh, û partiyên Kurdan jî hatin rexnekirin û hat gotin, Kurd di warê yekîtiya neteweyî de pirr pasîf bûne. Ji bo biserxistina yekîtiyê jî bang li partiyên siyasî û saziyan hat kirin da ku bibin xwedî înîsiyatîf.
Amadebûna ji çar parçeyên Kurdistanî partî û kesayetan muhim hat dîtin û hat gotin, divê em sînorên Kurdstanê parçe dikin, di serî û mejiyê xwe de nehêlin, ji ber ku dijmin bi êrişên li dijî Kurdan ev sînor li aliyê xwe nehiştin.
Hatina cem hev a li Stuttgartê weke bersiveke li dijî dijmin manedar hat dîtin.
Beşdaran îşaret bi bûyerên li Rojhilata Navîn kir û got, tehlûkeyên mezin li ber wan hene, heger karibin yekîtiya xwe ava bikin, û bi wî rengê têbikoşin, ev ê bibe destketiyeke mezin ji bo her çar parçeyên Kurdistanê.
Dîplomasiyeke li ser navê Kurdan
Di civînê de beşdar li ser wê yekê jî hemfikir bûn ku li Stuttgartê û di asta eyaleta Baden-Württembergê de dîplomasiya hevbeş bê kirin û xebatên dîplomasiyê ne li ser navê sazî û partiyan bin, belê li ser navê Kurdistaniyan bin.
Beşdaran wekî din got, muhim e ji bo dersên zimanê Kurdî bi hemû şêwezaran kar bê kirin û ji bo ku li dibistanên dewletê ev ders bê dayîn kar û xebat bê kirin.
Di encama civînê de bi beşdariya 15 kesan ji her çar parçeyên Kurdistanê, Înîsiyatîfa Kurdan a Baden-Württembergê hat damezrandin. Ji niha û pê ve li Bade-Württembergê ev înîsiyatîf wê civîn û xebatan li ser navê Kurdistaniyên divê yekîtiyê de cihê xwe digirin, organîze bike.
Nûnerên PYD, PDK-Îran, Gorran, YNK, HDP, gelek meclîs û saziyên Kurdan û hin kesayet beşdarî civînê bûn.
ç