Festîvala Çandê ya 18’emîn a Stuttgartê ku ji Asya Navîn, Mezopotamya, Balkanan, Efrîkaya Başûr û Emerîkaya Başûr çandên cuda lê kom bûn, bi coş pêk hat.
Festîvala Çandê ya Stuttgartê wê şeş rojan bidome û bi sedan komele wê ji bo nîşandana çanda bi dehan welatan çalakiyan pêk bînin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Stuttgartê jî tevlî festîvalê bû.
Festîvala ku ji hikumeta eyaletê, şaredariyê û saziyên li Stuttgartê piştgiriyê werdigire, çandên cuda dide naskirin. Komên muzîkê yên enternasyonal jî hunera xwe pêşkêş dikin.
Pirtûkên Ocalan li wir in
Tevî standên xwarinê, muzîkê, agahdarkirinê gelek çalakiyên cuda hene.
Pêkhateyên NCDK a Stuttgartê jî çand û xwarinên Kurdan dan naskirin.
Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) jî pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Sakîne Cansiz dide naskirin. Her wiha pirtûkên der barê Şoreşa Rojava de jî hatin naskirin.
Festîvala ku 17’ê Tîrmehê dest pê kir wê heta Yekşemê bidome.
ANF/STUTTGART