Konferansa mijara gotinê, pêr li navenda salona Yekitiya Sedîkaya Alman (DGB) pêk hat. Konferansa ku amadedekariyên wê gelekî berfireh hatibûn kirin, ji sê beşan pêk hat. Di beşa yekê de, dîroka penaberiyê û pirsgirêkên penaberên siyasî hatin nirxandin. Her wiha di vê beşê de hate diyarkirin ku penaberên Kurd,  him ji alê penaberiyê him jî,  ji ber nasnameya xwe bi du aliyan bi binpêkirina mafan re rû bi rû dimînin. Di beşa yekemîn a konferansê de ku ji aliyê Parêzer Efrail Erbaş ve hate birevebirin, endamê rêveberiya ATIF'ê Ufuk Berdan, Serokê AGIF ê Elî Mitil, ji Zaningeha Tubîngenê prof. Dr. G. M. Weitkamp û ji Federasyona Komeleyê Kurd ê Almanyayê (YEK-KOM) Bahaddin Dogan axifîn. Pêşî Ufuk Berdan,  mafê axaftinê girt û dîroka 52 sala a penaberiyê nirxand û destnîşankir ku Almanya gelê Kurd wekî Faris, Ereb û Tirk di hesîbene û got pêwîste ji bo naskirina nasnameya gelê Kurd hewldan û tekoşîna me berdewam be.

Serokê AGIF ê Eli Mitil, jî axifî û bal kişande ser mafê dengdayina penaberan û got: "Penaberên ku îro li wî welatî dijin baca xwe didin û hemû erkên xwe bi cih tînin. Pêwîste mafê wîyê dengdanê jî hebe."
Komisyona Lêkolin Rastiyê a heri bas Komisyona Basurê Efrika ye
Ji Zanîngeha Tûbîngenê Prof. Dr. Elmar. G. M. Weitkamp axifî û di derbarê Komisyonên Hêqîqat û Lêkolînan de agahiyên berfireh dan û bal kişand li ser girîngiya rû bi rû mayîna bi dîrokê re û ji Guetemala yê, şîlî û Fas ê mînak dan.

Rewşa penaberên Kurd
Konferans danê êvarî bi beşa dûyemîn,  bi mijara "Rewşa Pênaberên Kurd û Têkîliyên bi Ewropa re" dest pê kir. Di vê beşê de,  siyetmedar û nîvîskar Muzaffer Ayata, Endama Parlemena Federal a Almanya yê Partiya Çep (Die Link) Anette Groth û Pedagog Serdar Erdogan cîh girtin.
Di vê beşa ku ji aliyê Naciye Alpay hate bi rêvebirin de Endama Parlemena Federal a Alman Anette Groth axifî û siyaseta dewletên Ewropa di derbarê penaberan de nirxand û avakirina wargehên penaberan li dewletê wekî Yewnanîstan, Îtalya û Îspanya weki girtîgeh bi nav kir û bi tundî rexne kir. Anette, destnîşan kir ku dewletên Ewropa bi siyaseta li dij penaberan sûcê mirovahiyê pêk tînin.
Piştre siyasetmedar û nîvîskarê Kurd Muzaffer Ayata, axifî wiha got, piştî salên nodî hatina penaberên Kurd a Ewropa bi derketina tevgera azadiya Kurd ve girêdayî ye. Gelê Kurdê koçî Ewropa bû xwe di heman wextîde bi rêxistik kir û sazî û dezgehên netewî avakirin. Ayata, bal kişan li ser helwesta dewletên Ewropa ê li hemberî Gelê Kurd û wiha got; "Ewropiyan gelê Kurd nasnekir. Gelê Kurd neçar ma û xwe bi rêxistin kir. Gelê Kurd ji tû kesî tiştek ne xwestiyê. Ew ji ber mafê xwe yê netewî hewldide û çalekiyah pêk tîne." Ayata, di berdewamiya axaftina xwe de, bal kişand li ser qedexekirina PKK a ji aliyê dewleta Alman û wiha got: "Dewleta Alman îro toleransê dide cemaetên weki Fetullah Gulen û cemaetên Îslamî, lê rêxistinek wekî rêxistina gelekî bê nasname PKK ê qedexedike. Hetanî roja îro li hemberî gelê Alman û dewleta Alman tû çalekiyên PKK'ê pêk nehatine. Dewleta Alman berowajî vê yekê gelê Kurd û siyasetmedarê Kurd krîmînalîze dike û mafê penaberiyê li hemberî wan wekî çek pêk tîne."
Pedagog Serdar Erdogan mafê axaftinê girt û pirsgirêkên zarokê penaberan û nakokiyên bi malbatan re tên jiyîn nirxand. Erdgan derbarê zehmetî û pirsgirêkên malabatên Kurd ê di wî warî de dijîn de agahî dan. Erdogan, destnîşan kir ku zarokê Kurd di warê çand û xwe nasînê de, ji zarokên din bêhtir zorê dikêşîn û pêwîste dewlet di warê çandê de, ji zarokên penaber re bibe alîkar.
Konferansa berfireh,  bi beşa xweya sêyemîn a bi mijara pirsgirêkên penaberan û çareseriya van pirsgirêka di saetên evarî de berdewam kir.  Ev beş ji aliyê Aynur Karakaya ve hate bi rêvebirin. Ji partiya Keskan a Alman parlementer Memed Kiliç, Keşe Werner Baum Garten û parêzer Elîf Kanat beşdar bûn û her yekî mijar nirxand û di derbarê çareserkirina pirsgirkên agahi dan beşdervanan. Konferans hetanî derengiya sevê berdewam kir û bi xwendina destnîşankirina biryarên Konferansê ji aliyê Ayfer Ber ve bi dawî bû.  



ABDURRAHMAN KARATAŞ/STUTTGART