Kongre pêşî bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesê di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di kongreyê de axaftina pêşî ji aliyê Serokê Meclîsa Gel a Heremê Mehmed Orak ve hate kirin û di derbarê bi rêvebirina kongreyê de agahî dan. Li ser navê dîwanê siyasetmedar û nivîskar Muzaffer Ayata di axaftina xwe de wiha got: "Bê rêxistin siyaset nayê meşandin. Ji ber ku rêxistinbûn siyasete, siyaset jî zanebûna rêxistinî ye. Gelê Kurd û tevgera azadiyê hêza xwe ji rêxistinbûna xwe ya xurt digire û bandora vê hêzêye ku heta niha jî gelek der doran dike nava fikaran. Pêwiste gelê Kurd vê hêza xwe di warê avakirina Meclîsê Gel de jî bide nîşandan. Tevgera gelê Kurd ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê de ji pêşketina pêwajoya nû hemû erkên dikeve liser milê wan bi cîh tîne. Lê nêzikbûna AKP'ê û rayadarên dewleta Tirk, berowajî hewldan û helwesta wan ji bo xetimandin û xapandina pêwajoyê ye. Pêwîste ev yek jî were dîtin û her wiha gelê me di wî warî de jî hişyar be."
Piştî axaftina siyasî rapora salekê ya Meclîsa Gel a Herema Stuttgartê hate nirxandin û kemasiyên raporê hatin rexnekirin. Rapora salê piştî xwendin û nirxandinê bi dengdayina beşdervanan hate qebûlkirin. Di dawiya kongreyê de ji bo Serokê Meclîsa Gel a Herema Stuttgartê yê nû hilbijartin hatin kirin û di dawiya hilbijartinê de, Mehmed Orak, wekî Serokê Meclîsa Gel a Herema Stuttgartê carek din hate hilbijartin.
ABDURRAHMAN KARATAŞ/STUTTGART