
Ciwanên Kurd li bajarê Elmanyayê Stuttgartê bi dirûşma ‘Serî Hilde’ meşa bi daxwaza azadî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abudllah Ocalan, bi rê ve bir.
Bi pêşengtiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad, meşa ‘Serî Hilde’ bi tevlîbûna bi hezaran kesên ji Belçîka, Swîsre, Holanda, Fransa û Elmanyayê bi tevlîbûna hezaran kesî dest pê kir.
Meşê saet 12:00’an ji pêşiya Gara Navendî ya Stuttgartê dest pê kir, NAV DEM, KCDK-E û Partiya Çep a Elman (Die Linke) jî destekê dide çalakiyê. Tevî sermayê jî beşdaran meş bi coş û biryardariyê bire serî.
Ji bilî gotina dirûşmên “Ji bo Azadiya Serokatiyê Serî Hilde”, posterên Ocalan pankartên li ser wan “Dewleta Elman qedexeya li ser PKK’ê rake” , “PKK gel e, gel li vir e” û “Ji bo tolhildan û şoreşê serî hilde” hatin hilgirtin.
Li Rotebuhplatzê mîtîngek paşê hat lidarxistin û li vir li ser navê Die Linke Rudolf Brugel daxuyaniyeke kurt da.
Divê qedexekirina PKK´ê bi dawî bibe
Brugel destnîşan kir ku divê qedexekirina PKK’ê bê rakirin û bi bîr xist ku hikûmeta Erdogan destekê dide çeteyên DAIŞ’ê .
Brugel da xuyakirin ku ji ber vê destekkirinê hikûmeta Merkel alên YPG/YPJ qedexe kir û got: “Divê li dijî Erdogan ambargoyên aborî bikevin dewrê, divê bazirganiya çekan a ji bo hikûmeta Erdogan bê rawestandin. Erdogan ji bo domandina dîktaoriya xwe maseya çareseriyê di pirsgirêka Kurd de hilweşand.
Divê Birêz Ocalan ê weke lîderekî ewqas ji bo demokrasî û aştiyê kedê dide, bê azadkirin.”
Piştî axaftinê û şûnde girse dubare dest bi meşê kirin.
Di meşê de belavokên ku rewşa Ocalan û bûyerên li Kurdistan û Rojhilata Navîn diqewimin tîne ziman, hatin belavkirin. Piştî meşê, mîtîngeke bi bernameya çandî bi rê ve çû. Li vir Hozan Sîmar, Seyda Perînçek û Garîp Nurhak derketin ser dikê.
Li aliyê din Suleyman Çomak ê ji Parîsê beşdarî çalakiyê bûyî, ji aliyê polîsan ve hat girtin. di encama hewldanên di cih de yên komeleya alîkariya hiqûqî ya ku ji organîzatorê meşê bû, Çomak hat berdan.
Bela xwe ji vî miletî vekin!

Di dema meşê de bi sedan polîsî dor li ciwanan girtibû û vê yekê şêniyên bajêr jî aciz kir. Jineke Elman a ku di dema meşê de kûçikê xwe yê pişûk di hembêza xwe de digirt, berê xwe da wan polîsên dor li çalakgeran girtî û ji wan re got; “Çima hûn ev qasî xirab in ji van mirovan re. Ew mafê xwe diparêzin. Ev milet, ev mirov bêguneh in. Ya rastî ew ji bo me, ji bo mirovahiyê hemûyî têdikoşin. Şirketên sîlehan hildiberînin û dewlet neheq, gunehkar in. Bi sîlehên wan mirov tên kuştin.”
STUTTGART