Resam  û Mîmar Kemal Mukremî Barût, nerazîbûna xwe nîşanî hilweşandina peykerê pêşengê gerîlayên PKK´ê Mahsûm Korkmaz (bi nasnav Egîd) da û got, “Hûn yekê hilweşînin, em ê bi hezaran pêykeran çêkin û wêneyên wî li her derê xêz bikin.”

Nerazîbûna ji hilweşandina peykerê pêşengê gerîlayên tevgera azadiya Kurdistanê Mahsûn Korkmaz (Egîd) û bi destê eskerên Tirk qetilkirina Mehdîn Taşkin, dewam dike. Resam û mîmar Kemal Mukremî Barût, nerazîbûn nîşanê hilweşandina peykerê Mahsûm Korkmaz (Egîd) da, û ji bo pêkanîna “atolyeya Hunerê ya Mahsûn Korkmaz” bang li rewşenbîr û hunermandan hemûyan kir. Barût ji bo nerazîbûna xwe nîşan bide di destpêkê de wêneyê Mahsûn Korkmaz xêz kir. Her wiha Barut bang li  hunermandan kir da ku li her derî peykerê Egîd çêkin û resmên wî xêz bikin.

Ti artêş nikare bi hunerê

Barut, hilweşandina peykerên li Qersê û li Enqereyê jî bi bîr xist û got, AKP hewl dide li ser esasê faşîst, ototorîter, totalîter û dînî hunerekê biafirîne û êrîşa li dijî peykerê Egîd jî di vê çarçoveyê de nirxand. Barût, di dewamê de qala xebata xwe ya ji bo Korkmaz kir. Barut got, ji bo peykerê Egîd bê rakirin, dewletê arteşek şandiye heremê û wiha axivî: “lê tu artêş bi hêza hunerê nikarin. Bûyer duh çêbû, ez îro wêneyê wî xêz dikim. Ew nikarin bi hêza hunerê. Hemû têkoşînen ji bo gel tên kirin, rewa ne. Dibin sedema yekîtiyeke xurt.”

Atolyeya Hunerê ya Mahsum Korkmaz

Barût herî dawî bang li hemû hunermendên Anadolu û Mezopotamyayê kir da ku ji bo pêkanîna “Atolyeya Hunerê ya Mahsûm Korkmaz” bên cem hev û axaftina xwe wiha dewam kir: “Fermandar Egîd, sembola Kurdan e. Ji bo wî ez bang li hunermandan dikim ku xebatan çêkin. Bila tu kes mereq neke. Ew peykerekî xera bikin, em ê hezar peykeran çêkin.”

DIHA/ENQERE