Li navçeya dîrokî ya Amedê Sûrê berxwedana gel a 49 roj in didome ji niha ve wekî berxwedaneke dîrokî cihê xwe di nava rûpelên dîroka têkoşînê de girtiye. Hêzên dewletê ku ev bi hefteyan e Sûr dorpêç kirine û bi hezaran leşker, polîs, tîmên taybet û cerdevan bi çekên giran êrîş dikin jî nikarin vîna azadiyê ya gel bişkînin. Ji ber vê yekê, hêzên dewletê êrîşên xwe her ku diçe girantir dike. 

Li Sûrê bombebarana ku doh danê sibehê destpê kir, bênavber didome û dengê teqînan li gelemperiya hemû bajêr tê bihîstin. Ji ber topbarana giran li gelek nuqteyên navçeyê dûxan radibe. 

Tevî topbaran giran, helîkoptera polîsan jî li ser taxên berxwedanê digere û der barê cihên ku wê êrîş lê were kirin, agahî û koordînatan dide.

Hate ragihandin ku, di êrîşên giran ên li hemberî Sûrê de, guleyek topê li minara Mizgefta Haci Hamît a ku di nav gel de bi navê "Minara Spî" tê zanîn ketiye. Di êrîşê de minara mizgeftê hilweşiya. Her wiha hate zanîn ku di êrîşan de dêrên dîrokî yên li heman taxê jî hatine texrîb bûne. 

Piştî Mizgefta Haci Hamît, Mizgefta Hasirli jî bû hedefa topbaranê. Di saetên sibehê de topên hewanê li mizgeftê ket. Ji ber ku top neteqiya mizgeft bi temamî hilneweşiya lê li mizgeftê xisarek cidî çêbû.


Li Cizîrê sivîl tên qetilkirin

Li navçeya Şirnex Cizîrê, hejmara mirovên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve tên qetilkirin, her zêde dibe. Herî dawî li kolana Omer Hayyam a Taxa Cûdî, bavê 3 zarokan Mehmet Kaplan (35) ji ber guleya hêzên dewletê ya li serê wî ket, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kaplan, ji ber êrîşan hînê li taxê ye.

Zarokê bi navê Huseyîn Paksos (16) ê ku li taxa Nûrê birîndar bû û ji ber astengiya hêzên dewleta Tirk ambûlansê ev 4 roj in nikarîbû biçe taxê, doh ambûlansa Şaredariya Cizîrê çû ew rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Hat ragihandin ku Paksoy jiana xwe ji dest daye. Her wiha Pêr ji ber topa hewanê li maleke 3 kes hatin birîndarkirin û zarokê bi navê Hayrettîn Şinik dema dibirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. 

Li taxa Sûrê ji ber êrîşan welatiyê bi navê Mehmet Ridvan Kaymaz jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Kaymaz ji ber êrîşan li taxê tê rawestandin û nikarin bibin nexweşxaneyê. 


 AMED/CIZÎR