Walîtiya Stenbolê, piştî hilbijartinên 23’ê Hezîranê yên Stenbolê, di çarçoveya koçberiya bê rêk û pêk de biryar da ku penaberên qeyda wan li Stenbolê tuneye bişînin bajarên ku qeydê wan lê ne. Piştî vê biryarê gelek penaber hatin dersînorkirin û beşek jê jî bi darê zorê destê wan bi kelemçeyên plastîk hatin kelemçekirin û şandin bajarên qeydên wan lê ne. Vê biryara Walîtiya Stenbolê, li Dîlokê ku 445 hezar penaberên Sûriyeyê lê dimînin gumana dersînorkirinê çêkir. Penaberên ku wate nadin biryara Walîtiya Stenbolê diyar dikin ku ji bo betlaneyê nehatine Tirkiyeyê, ew ji şer, hilweşandin û mirinê reviyane û dema ku şer bi dawî bibe wê vegerin welatê xwe.
Em ji mafê mirovan bê par in
Penaberê ji Helebê H.K. ku li Dîlokê dijî diyar kir ku vegerandina penaberên Sûriyeyê ya Dîlokê wê bandoreke neyînî li wan bike û got: “Ez ji bo debara malbata xwe rojê 12 saetan dibixitim. Bi salan e bêyî ku heqê xwe bigirim dixebitim. Ji ber ku em penaberin tên pelçiqandin. Me erzan dixebitînin. Em ji mafê mirovan bê par in. Heft sal in li virim, rojeke tenê jî min xweşî nedît. Li gel vê yekê dîsa jî em sûcdar tên dîtin.”
Nahêlin em malbata xwe bibin
Penaberê bi navê Mûstafa El Hatîp jî dibêje: “Rewşa me her ku diçe xerab dibe. Li gel şerê heyî ji sedî 90’ê penaberên Sûrî dest bi vegerê kirine. Bi me dilîzin. Em li Sûriyeyê ji mirinê, li vir jî ji dersînorkirinê direvin. Qe nebe bila demekê bidin û destûr bidin ku em mal û malbata xwe bibin. Em sedema xerabûna aboriyê tên dîtin. Lê berovajiyê vê yekê me li vir cihên kar vekiriye û baca xwe jî didin.”
Ez ê biçim welatê xwe
Mûhammed Hamdo jî got: “Em bi riza xwe nehatin Tirkiyê. Em neçar man ku bên. Me li pey xwe bi hezaran xeyal, girtî û goristan hiştin û hatin. Em bêriya welatê xwe dikin lê em neçarin ku li vir bin. Li Sûriyê şer heye em hatine vir. Ez ê teqez vegerim welatê xwe. Heke şer biqede û neqede jî wê hinek rewşa me baş bibe ez ê biçim welatê xwe.”
Derdê wan ne aştî petrol e
Penaber Ahmed Necar jî got:”Hêvî dikim ku biryareke bi vî rengî neyê girtin. Dema ku rewş baş bibe em ê ji xwe biçin welatê xwe. Em ji şer reviyan û me xwest cihekî ewle ji bo xwe bibînin. Ji bo vegera me tu çareseriyeke nehiştin. Emerîka, Rûsya, Îran dibêjin em ji bo aştiyê li Sûriyeyê ne derewan dikin ew ji bo berjewendiyên xwe li Sûriyeyê ne. Ne di derdê aştiyê de ne di derdê petrolê de ne.”
MA/DÎLOK