Partiya Muhafezekarên Demokratîk destnîşan kir ku piştî ragîhandina partiyê, ew ê karê hevbeş bikin da ku Sûrî ji aloziya heyî derkeve. Partiyê her wiha destnîşankir ku armanca wan ew e ku aramî û ewlekariyê ji gelê herêmê re misoger bikin.

Partiya Muhafezekaran kongreya xwe ya damezirîner doh li bajarê Qamişlo li dar xist.Piştî ku kongre bi dawî bû daxuyaniyek derbarê avabûna partiyê de hat xwendin.

Di daxuyaniyê de jî hate gotin ku partiya muhafezekaran a Demorkaîtk ji bo pêkanîna ewlekariyê ji şêniyên herêmê re tevdigere. Di bernameya vê partiyê de têkoşîna li dijî gendeliyê, avakirina sîstemeke demokratîk a parlemanterî, bi pêşxistina dialoga civakî, bipêşxistina meydana aborî cihê xwe digirin. 


QAMIŞLO