Li gorî koma Afaz a ku di mijara mafê mirovan de xebatên xwe dimeşîne li ser malpera xwe belav kiriye ku navê 18 hezar kesên ji dema destpêka serhildana li dijî rejîma Beşar Esed ve hatine revandin û windakirin li ba wan heye. Her wiha haya wan ji 10 hezar kesên din heye ku hatiye revandin û windakirin.
Li gorî rêxistinê ew revandin û windakirin ji alî hêzên rejîmê ve bi rengekî plankirî û bi zanebûn li dijî çelakgeran tê meşandin. Rêxistinê her wiha da zanîn ku ew amade ye van binpêkirina bi belgeyan radestî Meclisa navneteweyî ya mafê mirovan bike.
Bi vê yekê rejîm hem çavên malbata ditirsîne hem jî pêşiya çalakgeran digire da ku ji tirsa zarokên xwe, malbata xwe an jî dê û bavê xwe bi rengekî çalak tevli tekoşîna kut ê meşandin nebin.
Ji aliyekî din ve ji berk u li Sûriyeyê gelek komên çekdar ên cuda çêbûne ji alî hin ji wan koman ve jî bi armanca ku pereyan ji malbatên wan bitsînin tên revandin û ji bo serbestberdana wan pereyên mezin ji malbatan dixwazin.
Hewldanên ji bo agirbestê
Ji aliyekî din ve serokê Îranê Mahmûd Ehmedînijad da xuyakirin ku ew piştgiriyê didin hewldana Ibrahîmî ya ji bo agirbestekê di dema cejna Qurbanê de. Nûnerê Neteweyên Yekbûyî El Exder El Ibrahîmî jî da xuyakirin ku ew hêvî dike hikûmeta Sûriyeyê vê agirbestê îlan bike û li gorî wê tevbigere.
Her wiha Ibrahîmî got ku piraniya muxalifên ew dîtine jî gotine ku ew dê bi erênî li pêşinyara agirbesteke demî ya ji bo cejna Qurbanê binêrin. Heke ev agirbest pêk bê û aliyên şer li gorî wê tevbigerin dê wekî gava yekemîn a hewldana El Exder El Ibrahîmî be û dê bandorê li ser pêvajoya pêşerojê jî bike.
Li gorî hin agahiyan ew pêşinyara Ibrahîmî ji alî herdu aliyan ve bi erênî hatiye nirxandin. Banga agirbestê ya ji aliyê nûnerê taybet ê NY’î û Yekîtiya Welatên Ereb a ji bo agirbesta di cejnê de, rêveberiya Sûriye bersiva erênî da.
Berdevkê wezareta derve ya Sûriyê Cîhad Meqdisî diyar kir ku ew amadene pêşniyara ji bo agirbestê bi nirxînin. Li ser navê opozisyonê jî serokê Encûma Nîştîmanî ya Sûriyê (ENS) Ebdulbasit Seyda jî diyar kir ku erênî temaşeyî pêşniyara ji bo agirbestê dikin û wiha got: “Yê pêngava bavêje, divê rêveberiya Şamê ya ku operasyonên hewayî didomîne be.”
ŞAM