Buseyne Şaban diyar kir ku di mijarên reformên rakirina zagona rewşa awerte ya li welêt, hilbijartinên nû û zagona partiyan de heta niha pêngavên girîng hatine avêtin û destnîşan kir ku pirsgirêka bingehîn a li welêt komên çekdar in û çapemeniya Rojava naxwaze ji vê yekê bawer bike.
Buseyne Şaban diyar dike ku di nava kesên xwepêşandanan li dar dixin de komên çekdar hene û evane cinayetan pêk tînin. Şaban got ku heta niha 800 polîs û eleşker hatine kuştin. Ji aliyekî din ve rewşa li meydanê jî wekî berê berdewam dike û hejmara kuştiyan zêde dibe û kêm nabe. Di xwepêşandanên roja sêşemê de jî 12 kes hatin kuştin. Her wiha muxalifên Sûriyeyê daxwaz kirin ku amargo li ser firîna balefirên leşkerî ên Sûriyeyê were danîn da ku nikaribin bajaran topebaran bikin.
ŞAM