Tê texmînkirin ku kongreya aşîtiyê ya derbarê rewşa Sûriyeyê de li Moskovayê di dawiya vê mehê de bê lidarxistin. Ev kongre bi pêşniyara Rûsya û bi hevkariya neteweyên yekbûyî tê amedekirin. Niha ji bo vexwendina aliyên pêwendîdar danûstendin tên kirin. Hêzên muxalefeta Sûriyeyê hevdîtinan pêktînin da ku bi yek şandeyê li himberî rejîma Beşar Esed bisekinin. Weha diyar dibe ku piştî 4 salan ji şerê navxweyî yên di navbera rejîm û muxalefetê de baweriyek derketiye holê ku êdî pirsgirêka li Sûriye bi riya dijwarî û şer nayê çareserkirin.
Dewletên Amerîka û Ewropa jî nema dixwazin rejima Esed bête rûxandin. Ew niha dixwazin hêzên DAIŞ û El-Nûsa têk bibin. Ji bo vê yekê jî gelek zextan li muxalefetê dikin da ku şerekî hevbeş, mil bi mil bi rejîma Esed re, li dijî van komên cîhadîst ilan bike. Her kes ji rewşa şer ya li Sûriyeyê û encamên ji ber derketine, bêzar bûne. Dewletên ku muxalefeta Şamê bi çek û pereyan finanse dikirin û ew ji bo têkbirina rejima Esed wezîfedardikirin, niha sist bûne û nema wek berê destê alîkariyê dirêj dikin. Jixwe „welatên dostên Sûriyeyê” nema civînan ji bo „alîkariya gel û muxaleftê“ lidardixin. Her kes sar bûye. Ev li aliyê muxalefetê, jixwe li aliyê rejima Esed û hevkarên wê jî sistbûn heye. Iran û Rûsya dixwzin çarseriyek were peydakirin û ev şerê 4 sal dewam dike êdî bi dawî bibe. Lê ji bo şêweyê çareseriyê, mayina Esed û forma nû ya rêveberiya li Sûriyê, hîna nakokî hene, yekrêzî nîne.
Eger welatên Amerîka, Ewropa, Saûdî Erebistan û Tirkiyê ji aliyekî û Iran û Rûsiya ji aliyekî din zextan li ser rejim û hêzên muxalefetê zêde bikin, dibe ku çareseriyek peyda bibe. Jixwe pirsgirêka li Sûriye niha bûye mijarek bazarê di navbera van aliyan de û bi taybet jî DYA, Iran û Rûsyayê de. Ji bo DYA ya girîng ew e ku DAIŞ û El-Nûsra tenê di çarçoveya Sûriyeye de bimînin û li himberî wan rejim û muxalefet şerekî hevbeş ilan bikin. Muxalefta Şamê jî, bi taybet Koalisyon ji hev dikeve. Alîkariya diravî ya ji derve her ku dibe kêmtir dibe. Ew herêmên ku „artêşa azad“ ji destê rejîmê girtibûn, hemû ji aliyê DAIŞ û El- Nûsa ve hatine wergirtin. Jixwe „artêşa azad“ jî têk çûye û piraniya yekîneyên wê tevî hêzên radîkal yên din bûne.
Hikûmeta ku Koalisyonê avakirî ye tenê li hewa ye. Li ser erdê gundek nîne ku li wir desthilatdar be. Ev hemû faktor Koalisyonê ber bi çarseriyek siyasî ve diajon. Tu alternatîf ji bilî diyaolgê li gel rejima Esed nîne. Heta niha nexuyaye ka wê kurd çawa beşdarî vê kongreya li Moskovayê bibin. Gelo ewê hêzên Rojava wek yek şandeyê/ lêvegera siyasî, beşdar bibin, yan dê ji hev belavbûyî amede bibin?. Tiştê niha diyar dibe ew e ku hêzên kurdên Rojava tu amedekariyên hevbeş derbarê vê kongreyê de nekirine. Tu xwestekên hevbeş û yekgirtî jî diyar nekirine. Lê her aliyekî kurd di nava komek muxalefeta Şamê de cihê xwe digre. Jixwe beriya demekê çend nav eşkere bûne ku tê gotin ewê wek nûnerên muxalefetê beşdarî vê kongreyê bibin.
Kongreya li Rûsyayê derfetek baş e ku kurd wek yek hêz û yek xwestek tevlî bibin. Kurd niha xwedî hêz û herêm in. Ew ji muxalefeta Şamê xurtirin. Her weha di şerê li dijî terorê de jî gotina wan derbasdar e. Li Kobanê berxwedana herî mezin li dijî DAIŞ´ê wan meşand. Niha tenê dimîne ku di warê siyasî û diplomasî de karibin van serkeftinan wergerînin û deyin ser maseyê. Eger kurd wek yek hêz amede nebin, dê helwestek qelis û ji hevbelav diyar bikin. Dê nakokî di nava wan de hebin û muxalefet û rejim dê ji xwe re van nakokiyan bikar bînin.  Piştî peymana Dihokê tê hêvîkirin ku Kurd wek yek hêz û yek komê tevbigerin û li himberî cîhan û raya giştî yekgirtî xuya bikin.