Şerê li Sûriyê her ku diçe dijwartir dibe. Li Idlib, Hema, Lazqiye û Humsê şer di navbera komên çete û hêzên rejîmê de didome. Li aliyê din balefirên artêşa Tirk di encama êrîşên xwe de 27 sivîl qetil kirin û 30 kes jî birindar kirin. Li aliyê başûr hêzên rêjîmê, bakurê rojhilat artêşa dagirker a Tirkiyê û çeteyên Mertala Firatê û li aliyekî din çeteyên DAIŞ‘ê şerê li Babê bi giraniya xwe didome. Her wiha li gelek deverên din ên Sûriyê, bi taybet Heleb û Hums pevçûn didome.
Tirk û rejîm ketin qirika hev
Pêr, cara yekemîn di navbera hêzên rêjîmê û alîgirên wê yên ji Hizbullah û çeteyên Mertala Firatê yên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin de, li derdora herêma El-Xoz û Ebû El-Zendîn şer derket. Li başûrê gundê Ebû Teltel ê dikeve başurê bajaroka Tadidin ku 3 kîlometreyan li dûrî Babê ye şerê di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ‘ê berdewam e. Hêzên rêjîmê bi alîkariya topên Rûsiyê herêmên di bin serweriya DAIŞ‘ê topbaran dike, bi vê yekê hewl dide bajaroka Tadif a stratîjîk bi dest bixe.
Di heman demê de, li aliyê bakurê rojavayê Babê pevçûnên di navbera çeteyên Mertala Firatê û çeteyên DAIŞ‘ê didomin.
Li gundewarê başurê Helebê, hêzên rêjîmê gundên Seyala û Hecar a rojava top baran kirin. li gorî hin agahiyan li derdora mizgeta Resûl El-Ezem a taxa Zehra a rojavayê Helebê pevçûn rû dane.
Li Idlib, Hema, Laziqiye û Humsê şer
Hate ragihandin ku hêzên rêjîmê herêmên gundewarê rojavayê Cisir El-Şixûr û herêmên gundewarê başurê Idlibê bombe baran kirin, derbarê encamê van topbaranê tu agahî nehatin zanîn.
Li herêmên gundewarê bakur û rojhilatê Hemayê, komên çete fuze avêtin herêma Corîn deşata Xabê ku di bin serweriya rêjîmê de.
Li aliyê Derayê jî, hêzên rêjîmê bi fuyuza Ard-Ard êrîş birin ser taxa Terîq El-Sed û li aliyekî din jî bi çekên giran herêmên Kampa Derayê top baran kirin. Duh jî herêma Deraa El-Beled jî hedef girt.
Li Humsê jî, balafirên şer ên hêzên rêjîmê bargehên çeteyên DAIŞ‘ê yên derdora Hecar, Şirketa Heyan a Xazê, herêma Dewa û Muhur ên gundewarên rojhilatê Humsê bomebaran kirin.
Li parêzgeha Laziqiya jî, pevçûnên di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar li derdora Çiyayê El-Ekrad heta seta dewam kir. Hate zanîn ku wendahiyên her du aliyan hene.
Ji dewleta Tirk qetliamek nû
Balafirên şer ên Tirkiyê li Babê komkujiyek pêk anîn. di encama êrîşên balafiran de 27 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 30 yên din jî birîndar bûn. Heya niha jî 20 kes di bin enqazan de wendayî ne.
Navên hin qurbaniyên hatin hînbûn wiha ne: Mihemed Saîd El-Talib tevî hevser û 2 zarokên xwe, Saîd Ebdullah El-Basêt, Ehmed Ebas, 7 kes ji malbata El-Xawî, Rezûq El-Xidir tevî hevser û 2 zarokên xwe, Ebdullah Hetab tevî hevser û 5 zarokên xwe, Ehemed Hac Ebdullah Ebû Keşa û Xelîl Mansûr.
Ji şer nikarin alîkari bidin xelkê
Ji ber dewamkirina êrîşan şênî nikarin welatiyên di bin enqazan de asê mane derxin, lewra metirsî heye ku van hemuyan jiyana xwe ji dest daye.
Balafirên şer ên Tirk ev 2 meh in bajarê Babê bombebaran dike û komkujiyan li herêmê pêk tîne. Di navbera Kanûna 2016 û Çileya 2017’an de artêşa dagirker li Babê 2 komkujî pêk anîn û di encamê de 100 sivîl hatin kuştin û 50 yên din jî birîndar bûn.
Bi “şaşitî” li Tirkan da!
Pêr balafirên Rûs bi “şaşitî” li Babê cihê ku eskerên Tiri diman, xist û di encama vê de 3 eskerên Tirk mirin.En çendeke balafirên Rûsî û Tirkî ku di kordîneyek hevbeş de êrîşî Babê dikirin. Mijara ku doh Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov bi riya daxuyaniyek xwe piştrast kir. Peskov ragihand ku êrîşên dijî Babê ku leşkerên Tirk hedef girtin, li ser koordînatên ku Tirkiyê dabûn pêk hatiye.
NAVENDA NÛÇEYAN