Têkçûna “Artêşa Azad” û bêbandorkirina muxalefeta Stenbolê ji bo stratijiya dewleta tirk derbeyek mezin e. Hemû hevalbendên Tirkiye li Sûriyeyê bê bandor dibin. Li hundurê Sûriyeyê niha tenê 3 hêz li ser piyan mane û dê di pêşerojê de qederê vî welatî destnîşan bikin: 1- Artêşa rejîma Esed li gel yekîneyên şîyên Lubnan, Iran û Iraqê. 2- Rêxsitina Al-qaydayê ya ku li jêr gelek nav û kom tevdigere. 3- YPG ku wek hêza kurdan û kêmmezheb, kêmnetew, hêzên layik û demokrat yên Sûriyeyê, tê nasîn. Ji ber hindê dewleta tirk dê hewl bide hemû siyaseta xwe ya derbarê Sûriyeyê de biguhere. Niha Al-qaydayê dibe cîranê Tikiryê. Bi vê yekê re Tirkiye rola Pakistanê digre û dê tevlihevî derbasî nava axa wê jî bibe.
Rayedarên DYAyê piştî têkçûna „Artêşa Azad“ û reva Selîm Idrîs, yekser çek li ser wan birîn. Hemû depoyên çekan jixwe ketin destê hêzên Al-qaydayê. Ji bo DYAyê têkçûna “Artêşa Azad” ne ewqasî girîng e. Ew qonaxek nû ye ji qonaxên şerê li Sûriyeyê. Weha xuyaye ku DYA xwe ji bo şerekî demdirêj ku bi dehên salan bidome, amede kiriye. Di rewşa Sûriyeyê de ya girîng ji bo stratjiya DYA berjewendiyên delweta Israîlê bû. Ev berjewendî jî bi mahfkirina çekên kîmawî yên rejîma Esed tam hatin misogirkirin. Li pêşiya Sûriyeyê şerekî mezin û giran heye. Şerê şîî û suniyan e. Eger ev şer kûrtir bibe, ji bo DYA û Israîlê destkeftiyek stratîjî ye.
Şerê şîî û suniyan li Sûriyeyê nakokiyan di navbera ereb û misilmanan de zêde dike. Dihêle ku ew hêza xwe li dij hev xerç bikin û hev mîna dijminên stratîjîk bibînin. Bi vê yekê re ew dê hewceyî DYA yê bimînin û bi milyarên dolaran çekan bikirin. Ewê yekgirtinek qet di navbera şîî û suniyan li dijî DYA û Israîlê peyda nebe.
Tevgera Azadiya Kurdistanê ji destpêkê ve tahlûke ferq kir. Dizanîbû ku ev şer dê bi salan dirêj bike. Dê muxalefeta nijadperest kurdan qebûl neke û hewl bide bi ser kurdan ve were. Her weha dê rejîm jî siyaseta xwe ya şofen li dijî hebûna kurdan bidomîne. Ji ber hindê Tevgera Azadiyê biryar da ku kurd xwe mîna hêza 3 mîn li ser her kesî ferz bikin. Herêmên xwe biparêzin û ji bo hemû demokrat, kêm´ol, kêmmezheb û kêmnetew bibin sêwana parastinê. Niha herêmên Rojava li gorî rewşa şer bi ewlene. Raste ku ew ji aliyê komên terorê ve tên hedefgirtin û ambargoyek li ser wan heye, lê wekî din jiyan dimeşe û ewlekarî hatiye bicihanîn.
Ji bo kurd di pêşerojê de karibin destkeftiyên xwe li ser hes kesî ferz bikin, divê hêza wan ya siyasî û eskerî yekgirtî be. Divê Desteya Bilind ya Kurd were xurtkirin û geşkirin û carek din karibe li ser piyan li himberî akturên şer yên navenda Sûriyeyê raweste. Di vê derbarê de peymana PKK û PDK û lihevkirina wan gelekî girîng e. Ev lihevkirin dikare kurdan di warê siyasî, eskerî û aborî xurt bike û wan ji hemû êrîşên Al-qayda, muxalefeta nijadperest û rejîma Esed biparêze.
Divê PDKê li gorî şert û mercên Rojava tevbigere û hemû berxwedanî û Şehîdên YPG li ber çavan bigre. Heta niha ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê bedêlên giran hatin dayin, nabe ku hêzên din yên qurbanî nedane, li cihê rihetiyê bên ser maseya rêveberî û desthlatdariyê.
Niha herêma Efrînê ji aliyê hêzên muxalefeta nijadperest, Al-qaydayê û dewleta tirk ve wek hedef tê nîşandan. Dixwazin Efrînê bixeniqînin û hebûna wê ya kurdistanî têk bibin. Dewleta tirk dixwaze intîqamê ji gelê Efrînê yê berxwedêr bike. Divê neteweya kurd Efrînê biparêze û rê nede van hêzên tarî ku Efrînê ji holê rakin.
Gelê kurd li hêviya qonaxa avakirin, hevqebûlkirin û yekîtiyê ye. Hêvî gelek lidar in…
Li Sûriyeyê hêza Kurdan
Li Sûriyeyê ew pêşbîneyên ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ji destpêka vê kirîzê ve digot, hemû yek bi yek rast derketin û pêk tên. Komên çekdar yên muxalefetê ku li jêr têgeha “Artêşa Azad” dihatin nasîn, li ser destên hêzên islamîst yên girêdayî rêxistina Al-qaîdayê têk diçin. Li gelek herêmên Sûriyeyê êdî hebûna wan nemaye. Deriyên sînor bi Tirkiye hemû ketine destên hêzên Al-qaîdayê. Serokê “Artêşa Azad” Selîm Idrîs yê ku her roj kurd tehdîd dikir, reviya û meydan terk kir. Beriya wî efserê bi navê Abdulcebar Al-agêdî reviyabû. Ev kesan li gel komên girêdayî wan, peyayên dewleta tirk bûn û li dijî xwestekên kurdan derdiketin û tevdigeriyan.