Ji aliyekî ve hikûmeta AKP ku ji bo Kurd li Rojavayê Kurdistanê nebin xwedî statuyekê komên çete dişîne da ku aramiya bajarên Kurdan xira bike ji aliyekî din ve di dema dawî de rejîma Esed jî hin planên qirêj ku şerekî navxweyî gur bike derdixîne holê. Tevî ku armanca herdu hêzan ji hev cudaye jî lê herdû alî jî her yek bi rengê xwe dixwaze bercewendiyên xwe bidest bixe.
Rewş kambax e
Rêxistina Mafê Mirovan a Lijneya Navneteweyî ya Parastinê di raporeke xwe de raya giştî ya navnetewî hişyar kir ku rewşa li Sûriyeyê ber bi kambaziyeke mezin de diçe. Di raporê de bal hate kişandin ser qirêjiya şerê ku li Sûriyeyê dibe û mînakên destdirêjî û tecawiza li ber çavê malbatê destnîşan kir. Ji aliyekî din ve derdora 2 milyon mirov ji malên xwe koçber bûne. Her wiha li gorî lijneya çavdêriya mafê mirovan a Sûriyeyê heta niha di vî şerî de 3500 zarok hatine kuştin. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî heta niha derdora 60 hezar mirov hatine kuştin.
Sekreterê giştî yê Komakara Erebî Nebîl El Erebî bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku alîkariya mirovî bidin welatiyên Sûriyeyê û bi taybetî jî bal kişand ser rewşa xirab a penaberên Sûriyeyê li welatên cîran. Ev daxuyaniya Erebî piştî civîneke awarte ya Komkara Erebî ji çapemeniyê re hate aşkerakirin. Her wiha El erebî got ku çareyek bi tenê heye ku ev şer were rawestandin ew jî destwerdana Neteweyên Yekbûyî ye ku hêzeke parastina aştiyê bişîne Sûriyeyê.
NAVENDA NÛÇEYAN