Ji aliyekî din ve bajarê Humsê jî gereva giştî daye destpêkirin ji bo protestokirina kuştina bi dehan kesên sivîl li vî bajarî. Di vê çarçoveyê de muxalefeta Sûriyeyê da xuyakirin ku ew dê rê nedin şer û pevçûnên navxweyî.
Li gor çalakvanên mafê mirovan li navçeya Heresta av, telefon û elektrîk jî hatiye birîn. Ji aliyekî din li gor şahidekî kut evli weşanê el Jazeera bû got ku bajarê Humsê ambargoya giştî îlan kiriye. Ambargoya giştî ya ji bo şermezarkirina sivîlên ku hatine kuştin û ji bo bîranîna wan dê 3 rojan berdewam bike.
Wekî tê gotin dewletê xwestiye ku leystikeke qirêj li wî bajarî bilîze derdora 60 dikanan şewitandine ku xwediyên wan hem ewlewî û hem sunî ne da ku şer di navbera herdu aliyan de derbikeve.
Ji aliyekî din ve pêşkêşên serhildan û xwepêşandanên gelê Sûriyeyê bêguman dikin ku ew dê neyên leystika rejîmê û tevgera wan tevgereke aşityane ye û tucaran ew ê tundiyê nepejrînin.

Topbarana li Hums û gefa Mûelim

Ji aliyekî din ve wezîrê karê derve yê Sûriyeyê Welîd Mûelim gef li sefîrên welatê Amerîka û Fransayê xwar û got heke ew bê me tevgerekê wek ya serdana Hemayê bikin em dê mecbûr bimînin ku biryarekê tund derbarê wan de bidin û nehêlin zêdeyî 25 kilometre dûrî Şamê bikevin. Ev gefa Mûelem rastî nerazîbûna herdu welatan hat û dan xuyakirin ku pêwîste tevgera sefîrên wan serbest be.

Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku welatê wî beşdarî bûyerên li Sûriyê nebûye, lê ji bûyerên ku diqewime bi fikare  û got: “Welatê wî ji bûyerên ku li Sûriyê diqewimin bi fikare.”

ŞAM