
Li paytexta Swêdê Stockholmê kesekî kamyon ajote ser kesên li ber navendeke kirîn û firotinê rawestiyabûn. Hat ragihandin ku di êrişê de herî kêm 3 kes mirine û 30 kes birîndar in. Rêxistina îstîxbaratê Sapo piştrast kir ku bûyer êriş e. Şahidên bûyerê ragihandin ku li ber dukana bi navê Ahlensê kesên rawestiyabûn bûne hedef û wan gelek kesên li erdê dîtine. Hin herêmên Stockholmê ji trafîkê re hatin girtin. BBC ragihand ku li hin cihên bajêr dengê çekan hatiye.
STOCKHOLM