Li sê kantonên sereke Zurich, Basel û Bernê bi dehan zarokên Kurd diçin dibistanên Kurdî û hînî zimanê yê dayikê dibin. Komeleya Hîndekariya Kurdî ya bi salan e hatiye damezirandin û di encama xebateke bi israr de li Swîsreyê hat fermîkirin qursên zimanê Kurdî ji bo zarok û mezinan saz dike. Li van her sê kantonan û li bajarên din ên Swîsre bi dehan zarok, ciwan û kesên têgihiştî û ji gelê Swîsre bi xwe beşdarî van qursan dibin û dixwazin Kurdî fêr bibin.
Zarok jî pir kêfxweş in
Di sala 2014’an de Hîndekariya Zimanê Kurdî li Swîsre ji aliyê Mamoste H. Huseyîn Denîz ve hatibû fermîkirin û ji wê rojê û vir ve êdî zarokên Kurd waneyên kurdî li dibistanên kantonan bi awayekî fermî dibînin. Ji vê yekê him zarok û him mamoste kêfxweş in. Ew dikarin ji derfetên li dibistanan hene sûd bigrin û di hîndekariyê de bikar bînin.
Ji bo sala hîndekariyê ya 2015-2016’an zarokên dibistanên Kurdî roja çarşem û şemiyê ji destê mamosteyên xwe bawernameyên dewreya yekem girtin, zarok wê van bawernameyan bibin ji mamosteyên xwe yên Swîsrî re û deqên ji hîndekariya Kurdî girtine, wê bikeve ser bawernameya wan a dibistana Swîsrî. Ji ber vê yekê him malbat û him zarok kêfxweş in ku di bawernameya wan a Swîsrî de deqên hîndekariya Kurdî wê cih bigrin û bandoreke erênî li ser deqên (pileyên) giştî bike.
Di 6’ê Sibatê de dibistanên hîndekariya Kurdî wê bikevin betlaneya dewreya yekem û di 5’ê Adarê de ji bo dewreya duywemîn, dibistan cardin wê dest pê bikin.
ANHA/BERN