
Komeleya hîndkariyê da xuyakirin ku amadekarî û qeydên pêwîst hatine kirin û ragihandin ku malbat dikarin heta nîvê meha Îlonê serî li dibistanên nêzî mala xwe bidin û qeyda zarokên xwe bikin. Bi vî awayî ders li kantonên Basel, Zurich, Basel Land, Bern, Cenevre, Biel, li Winterthurê tên dayîn û zarokên Kurd wê karibin biçin dersên Kurdî. Komeleyê der barê dibistanên lê kûrs bên vekirin û dema destpêkirina perwerdeyê de ev agahî dan:
Li 13 navendan kurs
1-Dibistana Längi-Basel: roja înê êvarî 29.08.2014 saet 17:00-19:00
2-Li Navenda Kurd a Basel: roja sêşemê 16.09.2014 saet 18:00- 19:30 du kurs di heman demê de ji bo kesên qet nizanin û ji bo kesên dixwazin kurdiya xwe li pêş bixin (02.09.2014) wê cuda cuda were dayîn û ji bo zarokên van kesan wê di heman saetê de muzîk û lîstik werin şanîdan. Bi vê sedemê kesên dixwazin dikarin bi malbatî tev li van her du qursan bibin.
3- Dibistana Guggenbuhl-Winterthur : roja şemiyê 30.08.2014 saet 10:00-12:00 ji bo zarokên 4 heta 14 salî wekî sê koman dersê bibînin. (komek 4 heta 6 salî, du kom ên 7-12 salî)
4- Dibistana Walenbach-Wetzikon: roja çarşemê 27.08.2014 saet 13:30-16:00 ji bo zarokên 4-14 salî
5- Dibistana Mettlen-Opfikon: roja şemiyê 30.08.2014 saet 14:00-16:00 ji bo zarokên 4-14 salî
6- Dibistana Auzelg-Zurich: Refa destpêkê Asta yekemîn: roja şemiyê 30.08.2014 saet 10:00-12:00 ji bo zarokên 4-5-6-7 salî
7-Dibistana Auzelg –Zurich: Refa asta duyemîn: roja şemiyê, 30.08.2014 saet 10:00 – 12:00 ji bo zarokên 7-14 salî
8- Dibistana Auzelg – Zurich: Refa asta sêyemîn: roja şemiyê, 30.08.2014 saet 10:00-12.00 ji bo zarokên 9-14 salî
9- Li Navenda Kurd a Bernê: Piştî Festîwala navnetewî ji bo zarokan, roja înê
10- Li navenda Kurd a Bielê: Piştî Festiwala navnetewî ji bo zarokan, roja şemiyê
11- Li Quartierhaus Zurichê: Ji bo kesên gihiştî û yên biyanî, roja çarşemê saet 19:00-21:00
12- Li Navenda Kurd a Zurichê ji bo kesên gihiştî û ciwanan asta destpêkê: Roja pêncşemê saet: 18:00- 20:00
13- Li Navenda Kurd a Zurichê ji bo berendamên mamostehiyê roja duşemê saet 18:30-21:30
Zarokên xwe li dersan qeyd bikin´
Ji birêveberên Komeleya Hîndekariya Kurdî li Swîsreyê mamoste Hesen Huseyîn Deniz der barê mijarê de axivî û got, ev yek derfetê dide zarokan ku notên xwe yên dersên Kurdî li karneya xwe zêde bikin û her weha ji bo serketina wan a ilmî jî bi kêra wan tê. Deniz gazin ji wê yekê kirin ku di sîstema perwerdeya Swîsreyê de ev dersên li ser ziman û çanda welatê koçberan para bêhtir ji aliyê konsolsiyan yan jî welatiyên dildarê çand û zimanê xwe ve tên fînansekirin û herçî derwlet yan jî kantonên Swîsreyê ne alîkariya madî nadin. Deniz îşaret pê kir ku mamosteyên wan tevahiya mesrefn xwe bi xwe didin û herçî kanton in, ew bi tenê sinifan û materyalên li sinif ji bo bikaranînê li wan vedikin. Ji ber vê yekê Deniz bang li rayedarên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir da ku van dibistanên wan fînanse bikin yan jî qet nebe alîkar bin. Deniz her weha li welatiyan kir ku di warê madî de jî xwedî li van hewldanan derkevin.
Bi vê sedema destpêkirina sala hîndekariyê ya 2014-2015an Komeleya Hîndekariya Kurdî ya Swîsre da diyarkirin ku li tevahiya Swîsre bi awayê 13 refan wê hîndekarî were meşandin û di vî karî de 6 mamoste û 12 şagirtên berendamên mamostehiyê hatine erkdarkirin. Her wiha bang li Kurdên li Swîsre hat kirin ku zêdetir girîngiyê bidin zimanê dayikê û zarokên xwe bînin dibistana kurdî û bi xwe jî tev li hînbûna kurdî bibin. Wekî din hat diyarkirin ku ji bo agahîgirtin, xweqeydkirin û fêrbûnê dikarin ji malpera fermî ya Komeleya Hîndekariya Kurdî www.zimanekurdi.org sûdê bigrin.
ZURÎX