Bi sedema despêkirina serdema perwerdehiya Kurdî ya li kantonên Swîsreyê, Komelaya Hîndekariya Kurdî banga xwedîderketin û beşdarbûyînê kir.
Li Swîsreyê di warê xebatên ziman û çanda Kurdî de gavên nû tên avêtin. Komeleya Hîndekariya Kurdî ya ku pêşengiya vê xebatê dike, da xuyakirin ku îsal di warê berfirehkirina xizmeta hîndekariya Kurdî de hewldanên wan encamê didin û tevlîbûna xurt çêdibe. Di heman demê de ji bo mezinan jî li Basel û Zurichê kursên nû hatin destpêkirin.
Ji bo zarokan û mezinan
Bi vî awayî hejmara kursan û cih û bajarên ku kursên Kurdî yên ji bo mezinan û dibistanên ji bo zarokan wiha ne:
* Li Bernê roja sêşemê ji bo mezinan kursên asta yekemîn û asta duwemîn, roja çarşemê ji bo zarokan li dibistana fermî ya Steigerhubel dersên ziman û çanda welêt,
* Li Baselê roja pêncşemê ji bo mezinan kursên asta yekemîn û asta duwemîn, ji bo zarokan li dibistana fermî ya Pratteln-Munchacker û li Basel Stadt-Sandgruben dersên ziman û çanda welêt,
* Li Zurichê roja duşemê ji bo mezinan asta yekemîn, roja çarşemê ji bo mezinan asta duwemîn û asta sêyemîn, roja şemiyê li sê navendên cuda
* Li Mettlen, Wallenbach û Auzelgê li dibistanên fermî pênc refên dersên ziman û çanda welêt,
* Li Aargau- Wohlen roja çarşemê ji bo zarok û ciwanan dibistana Kurdî ya ku dersên ziman û çanda welêt dide.
Komeleya Hîndekariya Kurdî bi vî awahî li çar kantonên sereke, li heft bajaran bi tevahî li 11 refan ji bo zêdeyî 100 zarokên Kurd hîndekariya ziman û çanda welêt dimeşîne. Li kêleka vê bi tevahî li sê kantonan 7 kursên zimanê Kurdî tên dayîn û di navbera 40-50 kesên ji temenên cuda û neteweyên cuda, beşdarî hîndekariyê dibin ku di nava wan de gelek kesên Swîsrî, Elman, Bosnî û hwd jî hene.
Perwerdehiya mamosteyan
Hîndekariya Kurdî ya di bin sîwana Komeleya Hîndekariya Kurdî de tê meşandin, di çarçoveya zagona hîndekariyê ya Dibistanên Seretayî û Navîn yên Swîsre de tên birêvebirin û ev xebat niha ji aliyê 8 mamosteyan ve tê dayîn. Ji ber zêdebûna hejmara xwendekar û dibistanan, Komeleya Hîndekariya Kurdî biryar daye ku di demeke nêz de dest bi perwerdekirina berendamên nû yên mamostetiyê bike. Ji bo vê perwerdehiyê ji niha ve serlêdan tên kirin û kesên dixwazin di vê xebata hîndekariya zimanê Kurdî de bi dildarî cih bigrin, dikarin bi rêka malpera www.zimanekurdi.org serî li rêveberiya Komeleya Hîndekariya Kurdî bidin û ger şert û asta wan têrê bike, wê karibin beşdarî perwerdehiya mamostetiya Kurdî bibin.
ZURÎCH