Piştî rakirina qedexeyê şandeya ji parlementer, endamên MYK û PM ya HDP’ê pêk tê hatin bajêr. Parlementerên HDP’ê Îbrahîm Ayhan û Alî Atalan derbarê hovîtiyên li Nisêbînê pêk hat û înşayê de ji ajansa me re axifîn. Parlementeran pirsa “Li gel bidawîbûna şer û pevçûnan çima li 6 taxan qedexe didome?” kirin û gotin ku dewlet dixwaze wek Cizîrê, Nisêbînê jî binixumîne.
‘Min şahîdiya êrîşên hovane kir’
Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan diyar kir ku dewlet bi êrîşên xwe yên hovanê nîveke bajêr hilweşandiye û wiha got: “Dema qedexeya Nisêbînê ez li vir bûm. Min êrîşên hovane hemû bi çavên xwe dîtin.” Ayhan gotina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan “kevir li ser kevir nehêlin, Nisêbînê xera bikin, bişewîtinin” bi bîr xist û axaftina xwe wiha domand: “Em tu carî serê xwe li ber wan natewînin. Em ê bi hev re bajarê xwe ava bikin. Li gorî çavkaniyên herêmî kargeh û malên gel hatine talan kirin. Wek Cizîr û Sûrê li Nisêbînê jî ev buyer pêk hatine. Vê yekê hemû gelê me vedibêjin.” Ayhan da zanîn ku li 6 taxan hîn qedexe didome û wiha pêde çû: “Ev nêzî sê meh in ku pevçûn bi dawî bûne. Gelo çima qedexe li 6 taxên me ranabe? Gelo dixwazin çi veşêrin? Divê gelê me ji bo Nisêbînê bi hesasiyet nêz bibe û wek Cizîr, Sûr, Gever û qadên berxwedêr alîkariyê bidin. Ji bo Nisêbînê divê em seferberiyê îlan bikin û vê maxdûriyeta gelê xwe bi dawî bikin.”
‘Werin em Nisêbînê bi hev re avabikin’
Alî Atalan jî bal kişand ser avakirina Nisêbînê û wiha axivî: “Ji bo ji nû ve avakirina Nisêbînê divê em destên xwe bidin destên hev û bajarê xwe em ava bikin. Bi pêşengiya Komeleya Rojava û kampanyaya ‘malbatên xwehbira’ divê em Nisêbînê dîsa rengîn bikin. Em pê bawer in ku gelê me dê wek Silopya, Cizîr, Sûr û Geverê li Nisêbînê jî xwedî derbikeve.”
DÎHA/MÊRDÎN