Her wiha, di ketina girtîgehê de lêgerînên ku heqaretê li rûmetê dikin tên kirin û girtiyan tazî dikin û bi vî awayî lêgerîn pêk tînin. Gava girtî li hemberî vê yekê derdikevin li rastî êrîşa gardiyanan tên. Gava girtî ji bo revîreya girtîgehê daxwazname divîsin jî hefteyek bi ser re diçe û wana paşê dibin revîreyê. Her wiha gava girtiyan di bin mûaneyê jî destê wan kelemçe dikin.
Di girtîgeha Tekirdagê de di bin navê “lêgerînê” de bi ser şaneyên girtiyan de digirin û dest di deynin ser defter, nîşe, helbest û hemû xebatên wan ên nivîskî.
Di roja 28'emîn de greva birçîbûnê
Greva birçîbûnê ya ku 22 girtiyên siyasî yên Kurd li hemberî van zextan daye destpêkirin ketiye roja 28’emîn. Rêveberiya girtîgehê vîtamîna B1 nade girtiyan, ne jî av û şekir dide wan. Girtî neçar dimînin ku vana ji kantîna girtîgehê bikirin.
Girtiyê siyasî yê Kurd ku di demek nêzîkde serberst hat berdan, da zanîn ku ger daxwazên girtiyan neyên bicihanîn, dê girtiyên nû tevlî greva birçîbûnê bibin û got: “Rewşa wan a tenduristiyê her tim xirabtir dibe. Ger di mijara greva birçîbûnê de rayek a giştî çênebe, zextên di girtîgehê de dê zêdetir bibin, heta dibe careke din pirtûk jî werin qedexekirin. Girtiyên di hundir delibenda heresî û bi taybet jî mafparêzan e ku piştgirî bidin wan.”
ANF/STENBOL