YPG`ê piştî rizgarkirinê dest bi paqijkirina bajêr ji mayin û teqemeniyan kir. Piştî bajar ji mayînan hate pakijkirin, komîteyên xizmetê navendên av, elektrîk û firneya bajêr çêkirin. Roja 20`ê mijdarê welatiyên bajarê Tilkoçerê vegeriyan malên xwe.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanca ku projeya Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk bi welatiyan bide nasîn û pêdiviyên welatiyan guhdar bike li bajêr civîneke girseyî lidar xist. Bi sedan welatiyên bajêr tevlî civînê bûn. Di civînê de Endamê Desteya Rêvebir a TEV-DEM`ê Hisên Şawîş derbarê Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk de ji welatiyan re axivî. Şawîş da zanîn ku Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk li ser bingeha jiyana hevbeş ya hemû pêkhateyên herêmê hatiye ava kirin û wiha got: "Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk ne ji bo desthilatdariyê hatiye ava kirin, lê belê jibo avakirina civaka pirr alî, civaka ku gel karibe bi rêya saziyên xwe yên sivîl kar û barên xwe birêve bibe." Şawîş her wiha derbarê rola Jinan a di nava Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk de axivî û da zanîn ku pêwîste jin jî di nava saziyên rêvebiriyê de cihê xwe bigre. Hisên Şawîş axaftina xwe wiha dewam kir; "Bajarê Tilkoçer mîna Sûriyeke biçûke, hemû pêkhate di vî bajarî de bi awayekî hevbeş dijîn.
Projeya Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk ne jibo parçekirina Sûriyê ye, lê belê ev proje dikare bibe nimûneya demokrasiyê li Sûriyê". Di dawiya civînê de welatiyên bajarê Tilkoçerê jî nêrîn û nirxandinên xwe derbarê Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk de anîn ziman, her wiha welatiyan hin pêdiviyên xwe yên jiyanê yên mîna av û mazotê ji rêveberiya TEV-DEM`ê re ragihandin.

 ANHA/TIL KOÇER