
Şer û pevçûnên li Rojavayê Kurdistanê yên di navbera hêzên YPG’ê û komên çete de didome. Li herêma Til Temir 4 gund hatin rizgar kirin û herî kêm 20 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Hêzên YPG’ê Qereqola bajarokê Sirînê û gundê Sinaa ên dikevin başûrê Kantona Kobanê ji çeteyan rizgar kirin. Di pevçûnan 12 çete hatin kuştin.Di encama operasyon û çalakiyên YPG/YPJ’ê de li Kantona Cizîrê li herêma Til Temirê 4 gund ji çeteyên DAIŞ‘ê hatin paqijkirin. Di pevçûnên pêr bi şev ên li derdora Til Temir û Til Hemîsê de herî kêm 20 çete hatin kuştin.
Navendê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ’ê şêva dinli hemberî çeteyên xwe li qada di navbera bajarokê Alya û gundê Menacir ê ser bi Til Temirê bicih kiribûn operasyonek pêk anîn û got, “Operasyon li 4 nuqteyên cuda bi awayekî hemwext pêk hat. Hêzên me piştî pevçûnên dijwar gundên Nufeliye Heccaciye, Nufeliya Tifêhîn, Biêrîn û Meşru’e Gergera yên 8 km li bakurê bajarokê Alya û 7 km li rojavayê gundê Menacir, ji çeteyan paqijkirin.
Çeteyan xwestin êrîş bikin
Navendê da zanîn ku komên çeteyan di heman şevê de hewl dan êrîşî nuqteyeke 10 km li bakurê Alya bikin û destnîşan kir ku piştî destwerdana hêzên YPG/YPJ’ê pevçûneke demkurt qewimiye. Hat ragihandin ku li dû dayîna windahiyan çete neçar mane birevin û çeteyek tevî çeka xwe mirî hatiye girtin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê ragihand ku komên çeteyan li du nuqteyên cuda yên bajarokên Til Hemîs û Til Berakê êrîş kirin û li nêzî gundê Zîne, bi wesayîta bombebarkirî hewl dan êrîşê pêk bînin. Navendê diyar kir ku wesayîta bombebarkirî ji dûr ve hatiye teqandin, lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.
Qereqola Sirînê hatin rizgarkirin
Hêzên YPG’ê Qereqola bajarokê Sirînê û gundê Sinaa ên dikevin başûrê Kantona Kobanê ji çeteyan rizgar kirin. Di pevçûnan 12 çete hatin kuştin.
Hat ragihandin ku şevê din li eniya başûrê Kobanê li derdora bajaroka Sirînê di navbera hêzên YPG’ê-Burkan El- Ferat û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûn qewimîn û heta seatên serê sibehê dewam kiriye. Di encama pevçûnan de hêzên YPG’ê û Burkan El-Ferat Qereqola Sirînê û gundê Sinaa ji çeteyan rizgar kirin. Di pevçûnên li vir de 7 çete hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.
Li heman eniyê çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşî gundê Girik kirin. Lê rastî bersivdayîna şervanên YPG’ê hatin û pevçûnên dijwar heta derengiya şevê qewimîn. Di encama pevçûnan de herî kêm 5 çete hatin kuştin. Piştî pevçûnan çete paşve reviyan.
Di saetên vê sibehê de jî çeteyên DAIŞ’ê li heman gundî êrîşên xwe dewam kirin. Li ser vê yekê şervanên YPG’ê bersiv dan û pevçûn derketin. Pevçûn dem demî heta niha didomin. Derbarê pevçûnan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Hate gotin ku li heman eniyê çeteyên DAIŞ’ê di xeta navbera xwe û şervanên YPG’ê de, her wiha di malên gundên Girik de gelek mayîn çandine.
ANHA/ KOBANÊ