Deriyê Akademiyê ji aliyê dayîkên têkoşeran ve hat vekirin. Piştre beşdar li salona Akademiyê geriyan û merasîma vekirina Akademiyê bi rêzgirtin destpê kir. Di merasîmê de Cîgira Hevserokatiya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê Hene Hene, Rêvebera Tevgera Çand û Hunerê Riha Hesen û Endama Tevgera Civaka Demokratîk Hêlîn Hesen axivîn.

Axaftvanan balkişand ser girîngiya parastina çanda gelên herêmê û gotin, parastina çandê ji girîngtir hêmanên demokratkîbûn û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de ye. Axaftvanan diyar kir ku çand nasnameya gel û misogeriya ewlekariya jiyana li ser erdingariya xwe ye.

Axaftvanan diyar kir ku vekirina akademiyên bi vî awayî li Rojava wê bandoreke berçav bike li serkeftina şoreşa Rojava û got, ji ber ku şoreşa Rojava ji destpêkê ve armanca wê pêkanîna pêşketinê di hemû warên jiyanê de ye.

Di merasîmê de Koma Şehîd Arîn Mîrkan, Koma Şehîd Devrim û Hunermend Berfîn Berfîn a ku li Rûsiyayê dimîne, gelek stran pêşkêş kirin. Helbestvan Ferhad Merdê Jî helbestên şoreşgerî gotin. 


 ANHA/TIRBESPÎ